‘Em ji ber rawestandina xebatên Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê bi fikar in’
NADA’yê der barê rawestandina xebatên Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê de daxuyaniyek nivîskî weşand û da zanîn ev biryar êrîşek li dijî azadî û mafên jinan e.
Navenda Nûçeyan – Di 24’ê Cotmehê de rayedarên Tûnisê, li gorî xala 88’an a Qanûna Komeleyan xebatên Komeleya Jinên Demokratîk ên Tûnisê ji bo mehekê rawestand. Ev biryar, di bin siya qeyranekî siyasî de ya piştî îlankirina tedbîrên awartê ya Tûnisê, referandûma nû ya makezagonê, zextên li ser muxalefet û civaka sivîl a li welat tê jiyîn, hate girtin.
Hevpeymaniya Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê (NADA), di daxuyaniya xwe de fikarên xwe yên der barê rawestandina xebatên Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê de anî ziman. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
‘Komeleyê 36 sal in dibe dengê jinan û domandina têkoşîna jinan’
"Li Tûnisê di pêvajoya dawî de qadên sivîl û siyasî bi awayekî cidî darbe digre; rawestandina saziyên hilbijartî, rawestandina saziyên makezagonî, girtina komeleyan, girtina muxalîfan û zexta li ser azadiya derbirînê, vê rewşê bi awayekî vekirî nîşan dide. Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê (ATFD) ku di sala 1989’an de hatiye damezrandin, 36 sal in bûye mîsyona dengê jinan, domandina têkoşîna ji bo maf û azadiyan û têkoşîna li dijî wekheviya zayendî ya civakî û hemû cûreyên cudakariyê. Komeleya ku bi xebat, lêkolîn û weşanên xwe yên li ser mafên jinan û mafên mirovan di asta neteweyî û herêmî de bûye xalek referansê, di avakirina bîra jinan a li Tûnisê de têkariyek girîng kiriye.”
‘Rawestandina xebatên komeleyê derbeyek cidî ye’
NADA’yê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir têkoşîna ku niha li Tûnisê tê meşandin bi tevahî siyasî ye, dengên muxalîf û ramanên piralî tên hedefgirtin, îdeolojiyek tekane tê ferzkirin û aktîvîstên jin tên vederkirin. Hevpeymaniyê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew bi vê komeleya bikok re di nava "hevgirtina bê şert û merc" de ye û da zanîn rawestandina xebatên komeleyê û girtina navendên piştgiriyê ya ji bo mexdûrên tundiya li dijî jinan, li dijî mafên jinan û azadiya civaka sivîl derbeyek cidî ye.
Banga bihêzkirina hevgirtinê
NADA’yê, di dawiya daxuyaniya xwe de, banga bihêzkirina hevgirtinê di navbera rêxistinên civaka sivîl ên demokratîk, li dijî derketina li hemberî hemû biryarên ku azadiyan û civaka sivîl sînordar dikin û ji nû ve avakirina azadî, rûmet û wekhevî ya rêgezên bingehîn ên şoreşa Tûnisê ye, kir.