'Em ê bi awayekî fizîkî Rêber Ocalan azad bikin û destkeftiyên xwe biparêzin'

Jinên bajarê Sirînê dan xuyakirin ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ji bo azadiya gelan têkoşiyaye, tevî tecrîdê jî her diçe belav dibe û gotin: "Em ê bi parastina destkeftiyên xwe Rêber Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bikin."

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê- Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, gelê Kurd û dostên wan di 10'ê Cotmeha 2023'an de li 74 navendan kampanyaya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pisrkirêka Kurd re Çareserî” hat destpêkirin dest pê kir. Di çarçoveya kampanyaya ku li gelek welat û bajarên cîhanê belav bûye de, di çalakiyên xwendinê yên ji aliyê jin û ciwanan ve tên lidarxistin de fikir û felsefeya Abdullah Ocalan tê vegotin û nîqaşkirin.

Hate hînbûn ku ji bo girtiyên bi navê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên bi Abdullah Ocalan re di heman girtîgehê de man jî di 28’ê Adarê de ji bo 3 mehan biryara nû ya qedexeya hevdîtina malbatê hat dayîn. Li dijî vê qedexeya derketina derve û tecrîda nû ya ku di 12’ê Nîsanê de hate pejirandin, bertek berdewam dikin. Jinên bajarê Sirînê yê Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandinên fikrên Abdullah Ocalan ji bo wan û tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê kirin.

 'Gelê Ereb jî Rêber Ocalan weke rêber dibîne'

Hevseroka Meclîsa Bajarê Sirînê Fatma Ehmed Molla diyar kir ku beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê îradeya jinan hate paşguhkirin û bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku piştî şoreşê li her qadê belav bû ev rewş guherî wiha  got: “Me dît ku; Ev fikir tekane rizgarî û tekane rêya rizgariya xwe û bidestxistina mafên xwe di civakê de ye. Bi saya perwerdeya ku me dît, îro civak dest bi şikandina pêşdaraziyên xwe yên li hemberî me kiriye. Zihniyeta mêr a ku hewl dida gelek kevneşopiyên ku hebûn û rola me bisînor dikirin li ser me ferz bike, hêdî hêdî dest bi guhertinê kir. Gelê Ereb jî di wê baweriyê de ye ku Rêber Ocalan rêberekî ji bo mafên hemû gelan têdikoşe.

'Em ê bi awayekî fizîkî Rêber Ocalan azad bikin û destkeftiyên xwe biparêzin'

Fatima Ehmed Molla, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û ev nirxandin kir: “Têkoşîna Rêber Ocalan a ji bo demokrasî û aştiyê dide  hikûmetên diz, xesp û talanker aciz dike. Ji ber vê jî bi komployeke hovane hat girtin. Ji roja ewil a girtina xwe ve rastî binpêkirinên hovane tê. Armanca berdewamkirina tecrîdê ew e ku fikrên azadîxwaz ên Rêber Ocalan bixin girtîgehê. Lê fikrên Rêber Ocalan gihiştin me. Nekarîn wî bixin girtîgehê. Fikrên wî li seranserê cîhanê belav bûn. Îsbata vê jî sîstema ku gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re dijîn e.”

Fatima Ehmed Molla diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê divê jin û gel bi awayekî xurttir bikevin nava liv û tevgerê û wiha got:“Em ê vê yekê bidomînin ji ber ku em rakirina tecrîdê weke erka xwe dibînin. Em ê bi parastina destkeftiyên xwe Rêber Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bikin."

'Dewleta Tirk bi awayekî fizîkî Rêber Ocalan girt, fikir di nava me de ye'

Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Sirînê Henan Halid jî anî ziman ku fikrên ku dîlgirtina Abdullah Ocalan tenê fîzîkî ye li hemû cîhanê belav bûye. Hanan Halid, pêkanînên dijmirovahî yên li dijî Abdullah Ocalan tên meşandin şermezar kir û ev tişt anî ziman:

“Gelê Ereb azadiya xwe deyndarê fikir û felsefeya Rêber Ocalan e. Tecrîda li Îmraliyê li dijî hiqûqa navneteweyî û binpêkirina mafên mirovan e. Tirkiye bi awayekî fizîkî Rêber Ocalan girt. Lê fikir û ramanên wî di nav me de dijîn. Em ê van ramanan belav bikin û bi van ramanan bijîn. Modela ku me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî, berhema ramana azad e. Divê saziyên navneteweyî tecrîda li ser Rêberê me ya li zindana Tirkiyeyê tê meşandin bibînin û zextê li ser bikin.”

'Em ê bi awayekî fizîkî Rêber Ocalan azad bikin'

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a bajarê Sirînê Esma Muhammed destnîşan kir ku îradeya wan a şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî heye. Esma Mihemed da zanîn ku weke jinên Ereb di sala 2015’an de bi saya hevdîtina bi fikir û ramanên Abdullah Ocalan re cihê xwe di nava civakê de, rola xwe û çawaniya azadbûna wan fêr bûne û wiha got: “Me cîhê xwe di qadên siyasî, leşkerî û civakî girt û beşdarî rêveberiya civakê bûn. Esma Muhammed da zanîn ku fikir û ramanên Abdullah Ocalan ên ji bo pirsgirêkên civakî ji aliyê hikûmetan ve weke xetere tê dîtin û ev nirxandin kir:

“Ji ber vê yekê tecrîdê girantir dikin û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dikin. Rojhilata Navîn û cîhan di pêvajoyeke bi navê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re derbas dibe. Di pêvajoyeke wiha de têkiliya Rêber Ocalan a bi derve re qut dibe. Di vê qonaxa krîtîk de, hewl didin rê li ber danasîna proje û çareseriya qeyran û nakokiyên hemû gelan bigirin. Tevî hemû bang û çalakiyan jî rêxistinên navneteweyî ji bo rakirina tecrîdê tiştekî nakin. Ji tecrîda li ser Rêber Ocalan ne tenê welatên ku beşdarî komployê bûne û Tirkiye berpirsyar in, di heman demê de yên ku bêdeng dimînin jî berpirsyar in.”

Esma Muhammed da zanîn ku ew bi îradeya xwe û îradeya Abdullah Ocalan bawer in û bendewariya wan ji tu kesî nîne û wiha bi dawî kir: “Em ê Rêber Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bikin û komplogeran têk bibin. Em ê îdeolojiya wî berfirehtir bikin  û wê bêtir bipejirînin.”