“Em bang li PDK’ê dikin ku nekeve nava kirinên xizmeta doza gelê Kurd nake”

Dayikên Gerîlla yên bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê şermezar kirin û gotin: “Tifaqiya PDK’ê bi dewleta tirk re îxaneteke mezin e û xizmeta doza gelê Kurd nake.”

Qamişlo – Di van demên dawî de cardin PDK di nava amadekariyên bi hevkariya dewleta tirk cardin êrîşî axa Başurê Kurdistanê bikin de ne. Her wiha Hikûmeta Iraqê ev demeke di navbera Şengal, Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diwar lêdike. Li dijî van kiryaran Dayikên gerîlla û şehîdan ên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekî çapemeniyê kiryarên PDK’ê û hevkariya wan bi dewleta tirk re şermezar kirin. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zarokên xwe rakirin.

 “Bila herkes bizanibe ku em dayikên gerîllan e”

Daxuyaniya ku ji aliyên Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo Menîce Heyder  ve hat xwendin wiha ye: “Em bi navê dayikên gerîlla em siyaset û îxaneta PDK’ê şermezar dikin. Bi salaye ev îxanet li dijî Gelê Kurd dewam dike û dikeve nav berjewendiyên dijminên kurdan mîna dewleta tirk. Tifaqiya PDK’ê bi dewleta tirk re ku êrîşî çiyayên azad dike, îxaneteke mezin e û xizmeta doza gelê kurd nake. Zarokên me parastina axa me kirine û bûne dîrokek ji têkoşîna ji nifşên pêşerojê re. Zarokên me axa Başurê Kurdistanê parastine û hebûna Başurê Kurdistanê bi têkoşîna tevgera kurdan maye. Bila herkes bizanibe ku em dayikên gerîllane, em dayikên berxwedêrin, bi fikir û felsefeya Rêber Apo li dijî dewleta tirk li ber xwe didin.”

“Dewleta tirk û PDK’ê dixwazin Kurdistanê dagir bikin”

Menîce Heyder di daxuyaniyê de îşaret hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re wiha dike: “Em îxanetê qebûl nakin û siyaset û dagirkeriya nû li ser çiyayên Kurdistanê qebûl nakin. Me çêkiriye, me afirandiye û me têkoşin kiriye, ji lewra bila PDK’ê ji qêrîna dayikên şehîdan û Gerîlla şerim bike. Dewleta tirk û PDK’ê dixwaze tevgera azadiyê têk bibin û Kurdistanê dagir bikin. Di van rojan de PDK’ê hêza xwe dibe cihên Gerîlla û dixwaze şer bide destpêkirin. Her wiha hikûmeta Iraqê navbera Rojava, Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diwaran radike. Di heman demê de mala Berzanî îxanet li gelê kurd dike û pilana wan eşkere dibe.”

Menîce Heyder bi navê dayikên Gerîlla bang li gelê Başurê Kurdistanê kir ku li dijî kiryarên PDK’ê û dewleta tirk rabin li ser piyan û wiha bi dawî kir: “Em weke dayikên gerîlla daxwaza me ewe ku gelê Başurê Kurdistanê, li dijî van siyasetan rabin ser piyan, ji ber bêdengiya wan li dijî van îxanetan sûcek mezin e. Me soz daye Rêber Apo û şehîdan ku em têkoşîna zarokên xwe bidomînin.  Ji ber ew hêvî û rûmeta me ne.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana gerîlla” bi dawî bû.