‘Divê jin bibin dengê rojnamegerên girtî’

Jinên çalakvan û bi taybetî rojnamevan li Rojhilata Navîn rastî îşkence, qetilkirin û darvekirinê tên. Rojnamevan Şoxan Mîrza got: “Divê jinên rojnamevan û azadîxwaz li dijî her cure îşkenceyan xwe bi rêxistin bikin û dengê xwe bilind bikin.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Li Rojhilata Navîn rojnamevan her dem rastî êrişan tên. Aliyên siyasî desthilatdariya xwe li ser rojnamevan û azadîxwazan ferz dikin. Li Îranê jî heman mijar di rojevê de ye. Piştî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dehan rojnamevan hatin girtin, rastî îşkenceyan hatin û gefa mirinê li wan hat xwarin. Ev binpêkirin roj bi roj zêde dibin. Rojnamevan Şoxan Mîrza der barê zextên li ser rojnamevanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî.

Rojnamevan Şoxan Mîrza diyar kir ku li Rojhilata Navîn jiyan bi êş, girtin û qetilkirinê didome û wiha got: “Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dema nivîskarek azad an jî azadîxwazek bi fikrek cuda dengê xwe derbixwe, ji aliyê desthilatdariyê ve rastî cezayî darvekirinê tê. Li Rojhilatê Kurdistanê piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinên rojnamevan û nivîskar rastî astengî û darvekirinên siyaseta rejîma dagirker a Îranê tên. Cezayê darvekirina jinên rojnamevan li Rojhilatê Kurdistanê dibe sedema xemgîniyê. Em dibînin piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinên fikrên azad di nava girtîgehê de hevdîtina parêzer û malbatan tên astengkirin. Hebûna vê bêdengkirinê ji bo mayina dethilatdariyê, zilm û sîtemkariya li herêmê ye.”

‘Girtîgehên Rojhilat û Îranê bûye cihê berxwedanê’

Şoxan Mîrza da zanîn ku çalakvanên mafên jinan li dijî siyaseta rejîma Îranê di nava çalakiyan de ne û wiha got: “Em rojnamevan divê li ser rewşa rojnamevan û çalakvanên jin li girtîgehan rawestin û lêkolîn bikin. Rojnamevan Pexşan Ezîzî û Sazî Bexî, çalakvan Werîşe Mûradî li dijî siyaseta Îran nerazîbûnên xwe diyar kirin û Werîşe Mûradî li dijî cezayên darvekirinê çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Niha girtigehên Rojhilat bûye cihê berxwedana jinên azadîxwaz û çalakvanan. Hebûna berxwedana girtiyan li Rojhilat weke li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ye.”

‘Her çend xeter zêdetir be jî divê dengê azadixwaziyê bilindtir bibe’

Şoxan Mîrza di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştgiriya jinên girtî li hemû cîhanê belav bûye. Li başûrê Kurdistanê jin û azadîxwaz her dem ji bo piştgiriya dengê azadîxwazên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê girtî ne bilind dike û wiha domand: “Ew nêzîkatiyên ku rejîma Îranê li hemberî jinên azadîxwaz pêk tîne, heman fikrê çeteyên DAIŞ’ê ye. Her wiha çalakvana mafên jinan Nergîs Muhamedî ji ber xebatên ji bo jinan hat girtin, bi vî awayî nêzîkatiyên dîktatorane li hemberî jinên Beluc û Fars jî tê pêkanîn. Her wiha destdirêjî û êrişên li herêmê beramberî jinan tê bikaranîn em şermezar dikin. Hebûna berxwedana jinan li tevahî deveran karek girîng e.”

‘Divê dengê jinan zêdetir derbikeve’

Şoxan Mîrza di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rejîm, dezgehên siyasî, dezgehên medyayê ji bo berjewendiyên fikrên xwe ava dikin lê belê dezgehên medyaya azad rolek girîng di derxistina xeletî û siyaseta desthilatdariyê de dilîze. Her çend metirsî zêde bin jî divê dengê azadîxwazan ji aliyê jinan ve zêdetir bilind bibe. Divê jinên rojnamevan û azadîxwaz karên xwe bi rêxistin bikin û li dijî êriş û îşkenceyan dengê xwe bilind bikin.”