Dîroka berxwedana keda jinan a nayê dîtin

Ji sedsala 19’an heta destpêka sedsala 20’an, jinên karker li hemberî mûçeyên kêm, şert û mercên dijwar ên xebatê bêdeng neman; wan makîneyan şikandin, meşan organîze kirin û bi grevan mafên xwe xwestin.

Navenda Nûçeyan – Li seranserê cîhanê ji dîrokê ve heya roja me ya îro têkoşîna ji bo ked û mafên jinan her dem heye. Di nava nîqaşên mûçeyê wekhev, xebatê bê ewle, keda nedîtî ve dema mirov vedigere li dîrokê mêze dike dibîne ku ne tenê ji bo bîranînê ye, di heman demê de ji bo fêmkirina vê rojê jî weke riyek e.

Berxwedana jinan di têkoşîna karkeran ku bû wesîleya 1’ê Gulanê. Jinên ku di hilberînê de beşdar in, dîroka xwe dinivîsînin. Ezmûnên karkerên jin ku ji serdema Osmaniyan be heta roja îro nayên dîtin, ji bo îro nîşaneyan pêşkêş dikin. Şopandina şopa dîrokî ya keda jinan ne tenê tiştên di demên berê de qewimîne, di heman demê de rehên têkoşînên îro jî eşkere dike.

Hejmara karkerên jin ji texmînan zêdetir e

Her çendî jin di nivîsandina dîroka keda jinan de wekî kirde nehatibin hesibandin jî hinek tiştên hatine qeydkirin eşkere dikin ku jinan çi jiyane. Bi saya dîroka jinan, di salên 1990’an de ku wekî serdemeke dawî tê binavkirin, agahdariya li ser jinên karker gihîşt asteke bilind. Li gorî tomaran, di sala 1908’an de, ji 250 hezar karkerên ku di pîşesaziyê de li axa Osmaniyan dixebitîn, hema hema 75 hezar ji wan jin bûn. Di heman demê de ev hejmar kesên cilan dişûştin, xizmetkarên malê, aşpêj, firoşkar, xebatkarên firotgehan û karkerên terzîxaneyan nagire nav xwe. Hilberîna hevrîşm, tekstîl û xwarinê jî di nav bazarên ku jin lê dixebitin de ne. Tê destnîşankirin ku di wê serdemê de hejmara karkerên jin zêdetir bû ji ber ku keda jinan ji ya mêran erzantir bû.

Têkoşîna jinan rê nîşan dide

Kardêran di bazarên curbecur de jinan tercîh dikirin ji ber ku karkerên jin bi mûçeyên kêmtir dihatin xebitandin û gelek caran weke kesên bêhtir bindest in dihatin dîtin. Di sedsala 19’an de, keç û jinên ciwan ji gundan ji bo hilberîna tekstîlê dihatin berhevkirin; ev karkerên jin ku piraniya wan Yewnanî bûn, bi demsalî dihatin xebitandin û dûre di dawiya demsalê de vedigeriyan gundên xwe. Di atolyeyên ku di şert û mercên hêsan de hatine avakirin de, jinên ku li ser tevnên cil û bergan xalîçe çêdikirin, ji dema roj derdiket heta diçû ava ango 14-15 saetan, bi mûçeyên pir kêm dixebitîn. Li Bursayê ku yek ji navendên girîng ên hilberîna hevrîşmê ye, ne tenê jinên ne misilman, jinên misilman jî beşdarî pêvajoya hilberînê dibûn. Rewşeke wisa li Selanîk û Kavalayê jî hebû ku bajarên girîng ên hilberîna titûnê bûn. Ji ber ku vî karê baldarî û sebrê dixwest didan jinan lê dîsa jî, heqdestê vê kedê pir kêm bû.

Îro, berxwedana jinên ku di pêşengiya têkoşîna mafan de ne, gelek ji wan nayên zanîn, rêberiya me dike û dîroka têkoşîna mafan li van axan dinivîsînin.

Di sala 1839’an de şikandina makîneyan

Di sala 1839’an de li Pleven û di sala 1851’ê de li Samakovê, jinên karker ên di atolyeyên refandinê de ji ber bikaranîna berfireh a makîneyan ditirsiyan ku karên xwe winda bikin. Ji ber vê yekê, wan bi şove, teker û daran êrîşî şaneyên mekanîkî kirin. Dema ku rayedaran soz dan makîne nayên bikaranîn, çalakî bi dawî bûn. Ev bertek ku wekî "şikandina makîneyan" tê zanîn, îfadeyek ji hewldanên karkeran bû ji bo parastina debara xwe.

Di sala 1867’an de yekem xwepêşandana girseyî

Yekem xwepêşandana girseyî ya jinan di sala 1867’an de li Stenbolê çêbû. Jinên ku xalîçe çêdikirin, mûçeyên wan nedihatin dayîn, ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin çalakî li dar xistin. Rojnameya Levant Herald, rojnameyeke wê demê, ragihand ku jinan gelek caran daxwaza mûçeyê kirine û dema ku bersivek negirtine, bertekên wan zêde bûne bi destwerdanê belav bûne. Her wiha hat gotin ku di dema bûyerê de gelek jin rastî zext û lêdanê hatine.

Di sala 1873’yan de greva T0ersaneyê û yekîneyên jinan

Di greva Tersaneyê ya li Kasimpaşayê de ku di Çileya 1873’an de dest pê kir û çar salan bênavber domiya de "Yekîneyên Jinan" ku ji dayik, jin û keçên karkeran pêk dihatin, roleke çalak lîstin. Dema ku karkerên bi mehan mûçe negirtibûn, tenê du hefteyan mûçe digirtin, nakokî derketin holê. Jin li ber deriyê tersaneyê nobedar bûn da ku rê li ber şikandina grevê bigrin; bi heman awayî, wan di dema greva tramvayê de bi dirêjkirina li ser riyan rê li çûnhatina wesayîdan girtin.

Di sala 1876’an de greva Feshaneyê

50 karkerên jin ku piraniya wan Yewnanî û Ermenî bûn, li Feshaneyê dixebitîn, ber bi Porta Bilind ve meşiyan û daxwaznameyek ji Vezîrê Mezin re der barê mûçeyên xwe yên nehatine dayîn de pêşkêş kirin. Ev çalakî yek ji mînakên destpêkê yên karkerên jin bû ku rasterast serî li rêveberiyê dan.

Di sala 1905’an de greva titûnê ya Kavalayê

Li Kavalayê, li navenda hilberîna titûnê ya Osmanî, nêzî nîvê 15 hezar karkeran jin bûn. Di 20’ê Adara 1905’an de, karkeran dest bi grevê kirin û meşek li dijî derxistina ji kar organîze kirin. Di dema destwerdanê de pevçûn derketin; bûyer tenê demjimêr şûnde hatin rawestandin. Vê pêvajoyê bertekên li dijî dûrxistina karkerên jin ji sendîkayan jî zêde kir.

Di sala 1906’an de greva titûnê ya Cibaliyê

Li Kargeha Rejî ya Titûnê ya Cibaliyê, pêvajoya hilberînê li gorî zayendê bû, mêran titûnê berhev dikirin, jinan pakêt dikirin û ev kar wekî "bê wesf" dihat hesibandin. Di sala 1904’an de, ji ber mûçeyên nedayî, karker ketin grevê û ber bi rêveberiya Monopolyaya Titûnê ya li Galatayê ve meşiyan. Hinek ji beşdaran jin bûn. Her çendî rêveberiyê hinek daxwazên wan qebûl kir jî wan karkerên pêşeng ji kar derxistin; di navbera wan de karkerên jin jî hebûn.

Di sala 1908’an de li Sêwazê serhildana ji bo nan

Li Sêwazê, jinên ku tevî şert û mercên dijwar ên xebatê nikaribûn xwe bigihîjînin xwarinên bingehîn û ji ber ji birçîbûnê bi bandor bûbûn, di sala 1908’an de çalakî li dar xistin. Xwepêşandana ku ji hêla nêzî 50 jinan ve dest pê kir, zû mezin bû; girseyê êrîşî qesra waliyê parêzgehê kir û ber bi embaran ve çû. Di encama bûyeran de, hinek kes hatin girtin lê ev çalakî wekî yek ji serhildanên pêşîn ên ji hêla jinan ve hatiye birêvebirin ket dîrokê.

Di sala 1908’an de bûyera çêkirina xalîçeyan li Uşakê

Veguhestina ji bo mekanîzasyonê ji aliyê şîrketeke biyanî ve ku li navendên çêkirina xalîçeyan ên Uşakê û derdora wê dixebitî, bû sedema bêkariya jinên ku bi destên xwe dixebitîn û kêmbûna mûçeyan. Nêzî 1500 kes ku piraniya wan jin û zarok bûn, daxwazên wan nehatin bicîhanîn, li bazara têlan kom bûn û dest bi xwepêşandanekê kirin. Piştî bûyerên çend rojan, rêveber ji kar hat dûrxistin û hilberîn ji bo demek dirêj

rawestiya.

Di sala 1910’an de greva hevrîşmê ya Bursayê (Greva Jinan a Yekem)

Jinên ku li Bursayê di hilberîna hevrîşmê de dixebitin, tevî rojane 15-16 saetan bi kedeke mezin û zor dixebitîn jî mûçeyên pir kêm digirtin. Karker gihîştin astekê ku tenduristiya wan xirabtir bû, pêşî li deverên derdorê grev kirin, dûre di Tebaxa 1910’an de, li Bursayê grevek girseyî çêbû. Daxwazên wan zêdekirina mûçeyan û kêmkirina demjimêrên xebatê bûn. Dema ku rayedaran ev daxwaz red kirin, bi qasî 3000 jinan banga grevê kirin. Ev çalakî wekî greva jinan a yekem di dîroka Osmanî de

tê hesibandin.

Di sala 1919’an de greva karmendên bankayan

Di sala 1919’an de, karmendên bankayan li Stenbolê ji bo zêdekirina mûçeyan û başkirina şert û mercên xebatê dest bi grevê kirin. Beşdarbûna karmendên jin ên misilman di vê çalakiyê de girîng bû, cara yekem bû tevlî çalakiyê dibûn. Tevî bertekên karmendên mêr jî jinan ji daxwazên xwe paşve gav navêtin.