Di sala 2024’an de jinên Êzidî bi hişmendiya xweparastinê têkoşiyan
Sala 2024’an ji bo jinên Êzidî û tevahî jinên ji bo azadiyê li ser piyan bûn, bûye saleke têkoşîn û berxwedanê. Hevgirtina jinên Êzidî û Ereb ji bo jinên Iraqî jî bû ezmûneke girîng û çavkaniya îlhamê ji bo têkoşîna sala 2025’an.
CÎLAN ROJ
Şengal- Di têkoşîna jinan a sala 2024’an de felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ya li dijî zihniyeta tundî û pergala mêr-dewletê mohra xwe li vê salê xist. Li hemberî vê yekê hêzên serdest û statukoparêz ên herêmî ji qada jiyanê bigre heta qada aborî, civakî, tenduristî, dîplomasî, siyasî-leşkerî û hwd. şerekî dijwar ê dermirovî meşandin. Helbet li her derê dinyayê jin jî li dijî van êrişên ku wan dike hedef, bêdeng neman. Bi hêrs û berteka li dijî pergalê li seranserê dinyayê jinan, li dijî pergala mêr-dewlet, feraseta wê ya paşverû, qirker û dijminê jinan û civakê li kolan û qadên cenga azadiyê çalakî li dar xistin.
Şengal jî bû yek ji qada têkoşîn û sekna bi rûmet ji bo jinên Êzidî. Di sala 2024’an de jinên Êzidî bi hêvî, bawerî û îdiaya serxistina têkoşîna azadiyê, li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo, êrişên qirkirinê, şerê taybet, paşverûtî û bendên civakî li ser piyan bûn. Jinên Êzidî û Ereb bi hev re li ser bingeha yekitiya jinan di nava salê de gelekî çalak bûn.
Çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye
Civaka Êzidî û jinan bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di avakirina Şengalê de roleke girîng lîstin. Jinan piştî fermana 74’an a ku civak tê re derbas bû, xebatên xwerêxistinkirinê xurtir kirin. Civaka Êzidî û jinan azadiya Rêber Apo ji xwe re esas girtin. Gelê Şengalê ku azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibîne, di sala 2024’an de bi çalakiyên xwe ev yek nîşan da. Çalakiya ku di pêşengiya jinan de bi dirûşma 'Reber Apo mevanê mala we ye' hat lidarxistin, bi eleqeyek mezin û tevlibûna gel ferqeke xurt derxist holê. Dîsa di tevahiya salê de jinan bê rawestan xebat û têkoşîna xwe meşandin û di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de soza xwe ya azadiyê anîn ziman.
Jinên Êzidî dema ji aliyê komên cîhadî û çeteyên weke DAIŞ’ê ve hatin qirkirin, bêparastin bûn. Bi bawerî û civakbûna wan re dilsoziya wan bes bû ku ew li ser piyan bimînin. Wan dikaribûn qirkirineke wêranker li pey xwe bihêlin. Xweseriya Şengalê û gavên jinên Êzidî yên ji bo serxwebûna xwe avêtin, geşedanên girîng afirand. Jinên Êzidî ji bo ku bi perspektîfeke zanistî li cîhana xwe ya manewî ya xurt binêrin gavan davêjin. Jin hildibijêrin ku bi riya jineolojiyê ango zanista jinan gavên bi aqilane bavêjin bi serpêhatî, têkoşîn, berxwedan û armancên pêşerojê. Bi avakirina komîteyên Jineolojiyê gava yekem ji bo vê yekê avêtin.
Yên ku ruhê demê dixwînin
Li gorî baweriya Êzidiyan her dem xwedî ruh û wate ye. Bi bîranîn an jî pîrozbahiyên ku ji civakan re pêşkêş kirine û ji wan wergirtine tên bibîranîn. Li gorî baweriya Êzidiyan gava yekem a biharê herî zêde civaka Êzidî û jinên Êzidî vedibêje. Baweriya bi çêbûna cîhanê di biharê de dest pê dike. Teswîra Newrozê ya pêngava yekem a sala nû bi avabûna cîhanê ve girêdayî ye. Ev hevkarî îsal di nava civaka Êzidî de bi xurtî hat pêşwazîkirin. Mehên Adar û Nîsanê di nava civaka Êzidî û jinan de girîng in.
Pêngava ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’
Jinan ji bo ku hemû jin di çerxa dema ku weke nûbûnê pênase dikin de werin ba hev, qadeke girîng a têkoşînê afirandine. Kampanyaya 'Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê' ku di 8'ê Adara îsal de dest pê kir, sînoran derbas kir, hemû jinên Êzidî tevli kampanyayê bûn. Di vê çarçoveyê de bi riya komîteya dîplomasiyê bi jinên Afganî re têkilî danîbûn ku têkoşîna jinan bikin yek.
Di 30’yê Gulanê de TAJÊ serdana rêxistin û saziyên jinan ên Iraqê kir. Di hevdîtinê de pêwendiyên di navbera sazî û rêxistinên jinan ên di Iraqê de û têkoşîna li hemberî zihniyeta zilam hat nîqaşkirin. Di heman demê de ji bo xurtkirina pêwendiyên di navbera Êzidî, Ereb û hemû neteweyên ku li ser axa Iraqê dijîn de nîqaş û bang hat kirin.
Di çarçoveya pêngavê de TAJÊ di 24’ê Gulanê de li navenda Şengalê panelek bi sernavê “Jinên rizgar bûne û jinên dîlgirtî yên di destên DAIŞ’ê de” li dar xist. Panel bi beşdarbûna 10 nûnerên sazî û dezgehên Şengalê, kesên ku ji destên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û li Şengalê dijîn û malbatên dîlgirtî pêk hat.
Li paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya Rêxistina Sîwana Meclisên Jinên Êzidî (SMJÊ) li Parlamentoya Ewropayê (PE) bi dirûşma “Şengal civakeke ku di bin gefa qirkirinê de ye: Ji nû ve avakirin temînata aştiya li Rojhilata Navîn e” Konferansa Jinên Êzidî hat lidarxistin. Berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî û ji fermandarên YJŞ’ê Hêza Şengalî ji Şengalî wek axaftvan çûn Brukselê, weke şahidên ferman û şoreşê tevli konferansê bûn.
Jinên Êzidî yên di têkoşîna hevpar a jinên Rojhilata Navîn de cih digrin, di her qadê de erkên xwe bi cih tînin. Jinên Êzidî ku li hemberî hemû pergalên mêtinger û despotîk helwesta xwe diyar kirine, ji bo şermezarkirina dîlgirtin û biryarên darvekirina jinên ji aliyê Îranê ve hatine girtin, helwest nîşan dan.
Her wiha jinên Êzidî nerazîbûn nîşanî guhertina Zagona Rewşa Kesan ya rê li ber zewaca zarokên 9 salî vedike û hemû mafên jinan binpê dike, dan û diyar kirin ku dê bi tu awayî zagona li dijî jinan qebûl nekin li hemberî hemû zagonên li dijî jinan dengê xwe bilind bikin.
Di dema dagirkerî û êrişên qirkirinê yên li ser Şengalê de, di helwesta xwe ya li dijî dewleta Tirk û PDK'ê de paşve gav ne avêtin. Îsal ji bo ku bala Iraq û cîhanê bikşînin ser êrişên li dijî Şengalê xebatên girîng hatin kirin.
Di nava salê de êrişên dewleta Tirk a li seranserê Kurdistan û Şengalê bi hemû dijwariya xwe domiyan. Di encama van êrişan de rojnameger jî di nav de gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Di êrişên qirkirinê û dagirkerî yên li ser Şengalê de, di helwesta xwe ya li dijî dewleta Tirk û PDK'ê de paşve gav ne avêtin. Îsal ji bo ku bala Iraq û cîhanê bikşînin ser êrişên li ser Şengalê xebatên girîng hatin kirin.
Perwerde bingeha xwerêxistinkirin û têkoşînê ye
Ji bo jinan tişta herî lezgîn û girîng xurtkirina refên xwe yên têkoşînê ye. Di vê yekê de perwerdeya jinan di serî de ye. Ji ber ku jinên Êzidî bê perwerde mabûn di bin siya qirkirinê de man. Jinên Êzidî êdî dibêjin dev ji vê meylê berdin û perwerdeyê dikin navenda her tiştî. Pîvanên azadiyê yên civakek bi hişmendiya jinan hatiye avakirin, wê her dem xurtir bibe. Jinên Êzidî yên ku di warê perwerdeyê de bi pêş ketine, di qadên têkoşîn û jiyanê de jî çalakiyên xwe zêde kirine. Îsal li ser vê esasê gelek dewreyên perwerdeyê hatin vekirin.
Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa, ji bo fêrkirina çand û hunera Êzidayetiyê û lêdana amûrên muzîkê ji bo endaman dewreyên perwerdeyê vekir. Her wiha bi dehan zarok di nava salê de hatin perwerdekirin. Ev perwerde hê jî berdewam dikin.
10’emîn salvegera fermanê
Di sala 2014’an de 74 ferman ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser civaka Êzidî û jinên Êzidî hatin ferzkirin. Ji bo bîranîna 74 fermanan û ji bo ku sûcdar bên cezakirin hewldanên mezin hatin raberkirin. Jin her ku qirkirin û zîhniyetên dibin sedema qirkirinê çareser dikin, bi rêbazên xwe yên têkoşîna li dijî qirkirinê jî dewlemendtir dibin. Jinên Êzidî di nav salê de bi xebatên xwe hesab ji berpirsên qirkirina jinên Êzidî pirsî û bang li hemû jin û gelên cîhanê kirin ku qirkirinê nas bikin û bi hev re têbikoşin. Jinan anî ziman ku ew bi taybetî li bendê ne ku dewleta Iraqê di vî warî de gavên berbiçav bavêje. Tevî ku 10 sal di ser jenosîdê re derbas bûne jî dewleta Iraqê di nava wan welatan de ye ku hê jî tiştê ku li Şengalê qewimî weke jenosîd nas nake.
Sala 2024’an bûye yek ji sala herî zêde Êzidî ji kampan vegeri ser cih û warê xwe. Li gorî daneyên fermî bi hezaran malbat vegeriyane. Bi taybetî di 10’emîn salvegera fermanê de vegera Êzidiyan li hemberî siyaseta koçberkirina Êzidiyan ya li ser cih û warên wan bûye bersivek herî xurt.
Jinên Êzidî û Ereb bi peyama mezinkirina berxwedanê didin
Êzidî li Şengalê mozaîka gel û baweriyan ava dikin. Rêveberiya Xweser a Şengalê nîşanî hemû gel û baweriyan da ku çawa bi hev re bijîn û têkoşîna xwe parve bikin. Jinên Êzidî û Ereb di vê wateyê de pêşengiyê dikin. Nêzîkatiyên zayendîparêz ên li hemberî jinan li her derê û her demê yek in û têkoşîna li dijî jinê jî yek e. Îsal jinên Êzidî û Ereb di 25’ê Mijdarê de hatin gel hev û nîşan dan ku ew ê mil bi mil li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin. Şengal di warê hevgirtina jinan de ji Iraqê re mînakek xurt e.
Rizgarkirina jinên Êzidî
Di nava salê de keça Êzidî ya bi navê Kovan Îdo Xerto ku dema fermanê ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin, di qonaxa sêyemîn a ‘operasyona mirovî û ewlehî’ de ji aliyê hêzên YPJ-QSD’ê ve ji Kampa Holê hat rizgarkirin.
Disa 1’ê Tebaxê de Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) 3 jinên Êzidî ji kampa Holê rizgar kirin û di 12’yê Tebaxê de 2 ji wan vegeriyan ser axa xwe. Keçên ku rizgarbûne Tawaf Dawûd Çeto ku 24 salî ye di dema fermanê de temenê wê 15’e sal bû. Xunav Xelef 10 salî ye di dema fermanê de 3 mehî bû û ji gundê Koço ye. Her du keçên êzidî bi coşekî mezin ji aliyê TAJÊ û malbatan ve hatin pêşwazîkirin.
Jina Êzidî Fewziya Sîdo ku di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengalê hatibû revandin piştî 10 salan li Xezaya Filistînê hat rizgarkirin. Fewziya Sîdo ku 21 salî ye di dema fermanê de temenê wê 11 salî bû, piştî rizgarkirinê Fewziya Sîdo di 3’ê Cotmehê de radestê malbatê hat kirin.
Her wiha heta niha bi hezaran jinên êzidî ku dema fermanê ji hêla çeteyan ve hatibûn revandin, ji aliyê şervanên YPJ û QSD’ê ve hatine rizgarkirin. Lê mixabin hê jî aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî nayê zanîn.
Hevgirtina jinan bû îlham
Sala 2024’an ji bo jinên Êzidî û tevahî jinên ji bo azadiyê li ser piyan bûn, bûye saleke têkoşîn û berxwedanê. Beriya her tiştî sala 2024’an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû sala têkoşîneke kûrewî û dîrokî ya mezin. Salek ku destkeftî û tecrubeyên mezin hatin bidestxistin. Di vî warî de sala 2024’an mîraseke girîng ji bo tevahî jinên têkoşer ên bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe didin dewrî sala 2025’an dike. Jinên Êzidî û Ereb bi hev re têkoşîna xwe di sala 2024’an de bihêztir kirin û gelek çalakiyên cur be cur li dar xistin. Ev hevgirtina jinên Êzidî û Ereb ji bo jinên Iraqî jî bû ezmûneke girîng û çavkaniya îlhamê ji bo têkoşîna sala 2025’an.