Di nava 24 saetan de 100 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
Îsraîlê herêmên cuda yên Zîvala Xezayê kir hedef û di nav de jin û zarok bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Ruxmê şermezarkirinên di asta navneteweyî de, êrîşên hêzên Îsraîlê yên li dijî Xezayê didomin. Ev yek bû sedema şerê qirkirin, mirin, birîndarî û mirina bi dehan kesan ji birçîbûn û hema bibêje bi temamiya Xezayê hatiye hilweşandin.
Hêzên Îsraîlê vê sibehê (26’ê Tebaxê) bi dijwarî ji hewa ve êrîşê Xezayê kirin. Îsraîlê di êrîşên xwe de avahiyên li cadeya el-Cala ya li bajarê Xezayê, kampa koçberan ya Şatî ya li rojavayê Zîvala Xezayê û li herêma el-Mawasî ya li Xan Yûnus konek kesên ku ji cihên xwe bûbûn û lê diman kirin hedef. Di encama êrîşan de di nav de jin û zarok hejmarek zêde kes mirin û birîndar bûn, hinek kes jî hê di bin xirbeyan de winda ne.
Li dijî Xezayê êrîşên dijwar
Li bakurê Xezayê hêzên Îsraîlê avahiyên li bajarokê Cibaliye, es- Sabra ya li başûr û rojhilatê bajarê Xezayê, taxa et-Tuffah a li rojhilat, di heman demê de hilweşîna taxa Zeytûn a li başûrê rojhilat domadin. Ev hilweşîn bi hemwext bi êrîşên hewayî û bombebarana topan pêk hat.
Di nava 24 saetan de hejmara kesên di êrîşên hewayî de li Xezayê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 100’an. Di nava miriyan de 6 rojnamevanên ku di êrîşa li dijî avahiya di nana Kompleksa Tib a Nasir a li başûr de jiyana xwe ji dest dabûn hene. Hêzên Îsraîlê hedefgirtina mirovên ku li benda alîkariyên mirovî ne didomînin.
Gelê Xezayê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha di nava dorpêça Îsraîlê de dijî, beriya çend rojan hat dîtin ku destûr hat dayîn hejmarek sînordarkirî ya tirên alîkariyê bikevin hundir. Lê belê belavkirina alîkariyan, ji saziyên NY’ê dûr tê xistin, di bin çavdêriya saziya bi navê ‘Weqfa Mirovî ya Xezayê’ de tê dayîn. Vê rewşê rê li ber rexneyên berfireh ên navneteweyî vekir.
Li Rojhilata Navîn Xeza yekem cihê ku xela lê hat îlankirin e
Berdevkê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) yê Filistînê, di daxuyaniya beriya çend rojan de, ragihand ku kêmxwariniya li Xezayê, di Rojhilata Navîn de bûyera yekem a xelayê bi fermî hatiye belgekirin e. Pisporên Çînkirina Qonaxa Ewlehiya Entegreya Xwarinê (IPC), rewşa li bakurê Xezayê cara yekem bi awayekî fermî weke ‘xela’ bi nav kirin.