Rojnamevan Hêro Bahadîn li ser gora xwe hate bîranîn
Heval, malbat, çalakvan û hevpîşeyên cangoriya çapemeniya Azad Hêro Bahadîn, bi boneya nêzbûna salvegera qetilkirina wê, ew li ser gora wê bibîranîn û soza şopandina rêya wê dubarekirin.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Bi boneya nêzbûna salvegera qetilkirina Rojnamevan Hêro Bahadîn ku di 23’’ê Tebaxa 2024’an de li sînorê bajarokê Seyîdsadiq ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, hevrêyên wê û rojnamevanên ragihandina azad serdana goristana Hêro Bahadîn a li Goristana Qeretoxan ya li bajarê Silêmaniyê kirin.
‘Gulistan Tara û Hêro Bahadîn xwedî gihandina dengê azad û rastiyê bûn’
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştre Rojnamevan Sînor Rehman axivî û got: “Gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de kariye aştiyek bi rûmet bi dest bixe. Di dîroka çapemeniya gelê Kurd de, bi taybetî çapemeniya azad ku beşek girîng ji têkoşîna azadiya gelê Kurd bûye, ji bo vê yekê bi sedan şehîd daye. Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jî yek ji wan bûn ku wek jinên pêşengên azad bûn hedefa dagirkeran. 23’ê Tebaxê dibe salek ku her du hevalên jin di rêya ragihandina heqîqetê de şehîd bûn. Lê bi ked û xwîna azadîxwazan gelê Kurd gihiştiye vê qonaxê aştiyê, digihije serkeftinê.”
‘Heval û hevpîşeyên şehîdan xebat û gihandina heqîqetê didomînin’
Endamê Komîteya Azadiya Ji bo Abdullah Ocalan Newroz Fazil jî gotarek pêşkêş kir û wiha anî ziman: “Şehîd Gulistan û Şehîd Hêro ji bo karek exlaqî û xizmeta ji netew û gelê xwe re ku karê rojnamevaniyê ye, şehîd bûn. Ji ber ku rojnamegerî pênaseya beşek ji şoreşê ye û têkoşîn jî ewe ku rastiyê ji tevahiya cîhanê re bigihîne. Ez gelek kêfxweş im ku dibînim heval û hevrêyên şehîd Leheng bi dilsozî û hêza herî mezin li ser goristana wê radiwestin û soza xwe ji bo şopandin û berdewamiya rêya wî nû dikin.”
Newroz Fazil, axaftina xwe wiha domand: “Şehîd Hêro ji bo têkoşîn û hewldana ji bo paradîgmaya nû ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî mirovahiyê kirî û di vê dibistanê de ku ragihandina azad û têkoşînek rewşenbîrî ye, jiyana xwe fedayî azadî û mirovahiyê kir. Her du hevalên şehîd bi destê dagirkeran û kirêgirtiyên navxweyî hatin şehîdxistin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Lê têkoşîna wan ezmûn û xizmetek mezintire ji bo heval û hevrêyên wan û çavkaniya moral û hêzê ye.”
‘Em ê şopdarên şehîd Hêro û şehîdên rêya azadiyê bin’
Rojnamevan Hêşû Şiwane, da zanîn ku 23’ê Tebaxê wê bibe salek ku herdu jinên rojnamevanên azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin û rojnamevanên azad ji bo bîranîna wan serdana gora Hêro kirine û wiha got: “Şehîd Hêro bi wêrek û serbilindî ji bo jin û heqîqetê kar dikir. Di rojek wiha de em rojnemevan me serdana gora şehîda ragihandina azad kir û em soza berdewamiya rêya wan dubare bikin. Desthilat hertim ji çapemenî û rojnamevanên azad ditirse. Ji ber wê bi rêya sîxor êrîş dikin û qetil dikin. Wisa dizanin ku wê bi qetilkirinê dengê heqîqetê qût bikin, lê belê bi sedan Hêro wê xebat bidin meşandin. Em ê şopdarên rê û rêbazên şehîdan bin. Hertim bi rêya pênûsê em ê ji bo azadî, dengê jin û heqîqetê têbikoşin. Şehîdên rêya azadiyê wê hertim di mejî û fikrê me de bin.”