Ayşegul Dogan: Divê Abdullah Ocalan li Meclîsê bê guhdarkirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku pêwîste komîsyona li Meclîsê Abdullah Ocalan guhdarî bike û got: "Birêz Ocalan lîdereke ku vê pêvajoyê bi lez dimeşîne. Ji bo bidawîkirina şer û mayindekirina aştiyê divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike.

Enqere – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da û geşedanên di rojevê de nirxand. Ayşegul Doganê, diyar kir ku partiya wan xebatên xwe yên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi biryardariyeke mezin dimeşîne û anî ziman ku ji sala 1993’yan heta niha ji bo aştiyê tevdigerin. Ayşegul Doganê, bal kişand ser civîna 5’emîn a komîsyonê û got ku li kesên yekser ji şer bibandor bûne hatiye guhdarîkirin.
‘Divê derfet ji Nezahat Tekeyê re bên afirandin ku bi zimanê xwe biaxive’
Ayşegul Dogan, diyar kir ku di komîsyonê de rewşekî veşarî nîne û girtek li her kesî vekirî e. Ayşegul Doganê, anî ziman ku di civîna duh de Dayika Aştiyê Nezahat Teke xwest bi Kurdî biaxive lê Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bi gotina ‘Bi Tirkî berdewam bikin’ ew hişyar kiriye û got: “Endamên DEM Partiyê yên di komîsyonê de bi dilxwazî dibêjin dikarin wergerê bikin lê nayê qebûlkirin. Gavek berê me behsa pêşketina vê pêvajoyê kir. Me behsa sedemên pirsgirêkê kir. Heke ji bo pirsgirêkeke siyasî çareseriyeke siyasî neyê pêşxistin, wê demê çareserî jî nabe. Divê ev yek ji hêla hiqûqî ve jî were xurtkirin. Em li bendê bûn ku komîsyon jî xwedî feraset nêz bibe. Divê derfet ji Nezahat Tekeyê re bên afirandin ku bi zimanê xwe biaxive. Nezahat Tekeyê di komîsyonê de got; ‘Em di sedsala 21’emîn de lê hêj nikarim xwe bi Kurdî bînim ziman. Bi rastî jî ez êşiyam û dilê min şikest.’ Vaye yek mijarên divê were çareserkirin jî ev e.”
Bi domdarî Ayşegul Doganê anî ziman ku xebatên komîsyonê şefaf tên kirin, her tiştên tên axaftin tên qeydkirin û ji raya giştî xwest ku ji îdiayên behsa ajandayên veşarî dikin bawer nekin. Di berdewamê de got: “Divê siyaset, li dijî kesên hewl didin pêvajoyê jehrî bikin, berpirsyartiyê li xwe bigire. Hewceye komîsyon, daxwaza kesên dixwazin xwe bi zimanê dayika xwe îfade bikin jî qebûl bike. Ev mecbûriyeteke.”
‘Divê gavên wêrek bên avêtin’
Di berdewamê de Ayşegul Dogan, bi lêv kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê hewcehî bi berfirehbûna qada siyaseta demokratîk heye û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê divê di qanûnan de sererastkirin çêbibin. Divê gavên wêrek bên avêtin. Divê komîsyon hevgirtina civakî xurt bike û hiqûqa wekhevî û xwişk-biratiyê ava bike. Hewceye bi derdorên cuda re hevdîtin bên kirin. Kesên piştgirî dane pêvajoyê dê di dîrokê de cihê xwe bigirin. Em pêşiya siyaseta demokratîk vekin.”
‘Em ê kampanyayeke nû ya bi navê ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku” bidin destpêkirin’
Ayşegul Dogan, da zanîn ku partiya wan dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li her çar aliyên welat bi dirûşma “Deng bide aştiyê” çalakiyan li dar bixe. Ayşegul Dogan, got: “Em ê xebatên atolyeyê li dar bixin, civînan bikni û bi derdorên cuda yên civakî re hevdîtinan bikin. Her wiha em ê kampanyayeke nû ya bi navê ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku” bidin destpêkirin.”
'Divê Abdullah Ocalan li Meclîsê bê guhdarî kirin’
Di berdewamê de Ayşegul Dogan, bal kişand ser mijara hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got: “Birêz Ocalan, kir ku ev pêvajoye bilez bibe. Ji bo bidawîkirina pevçûnan û aştiyeke mayinde divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike. Divê ev ne tenê daxwaza DEM Partiyê be. Em behsa çareseriya pirsgirêkeke 100 sal in didome dikin. Divê gavên wêrek bên avêtin.”
Ji bo pirsa “Divê çawa li Ocalan were guhdarîkirin” Ayşegul Dogan, wiha bersiv da: “Komîsyon dikare biryara şêweyê guhdarîkirinê bide. Di komîsyonê de temsiliyeteke xurt heye. Li dijî hewldanên provokatîf, divê bi tevdîr bin, bihêz, bibiryar û dilwêrek bin. Bêguman ev komîsyon bi tena serê xwe nikare pirsgirêkê çareser bike lê dikare rêya wê veke. Lewma jî komîsyon bi xwe dikare rêbaza axaftina bi birêz Ocalan re diyar bike. Lê divê pê re hevdîtin were kirin û li pêşniyar û nêrînên wî guhdarî bikin.”
Ayşegul Dogan, ji bo mijara Sûriyeyê jî got: “Divê Tirkiye stratejîk nêz bibe. Ji ewil bo Herêma Federe Kurdistanê jî heman tişt dikirin lê derket holê ku gef nîne. Di mijara Sûriyeyê de jî divê bi heman awayî nêz bibin. Dewlet di vê mijarê de dikare gavekî çêker biavêje.”