Di nav koçberên Şehba û Til Rifetê de metirsiya nexweşînên têger
Ji ber koçberiya ji Şehba û Til Rifetê ya bi sedema êrîşan, niha jî metirsiya belavbûna nexweşînên têger destpê kir. Pispor didin zanîn ku ew ji bo kontrolkirina vê rewşê di nav tevgerê de ne.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo – Ji ber êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên ji destpêka 27’ê Mijdarê ve û dorpêçkirina Kantona Efrîn- Şehbayê, bi sed hezaran welatiyên Kurd û Ereb neçarî koçberiyê bûn. Ev koçberiya ber bi Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, berdewam dike. Di nav rewşa zehmet a di rêyan de û sermaya zivistanê, gelek nexweşî bi taybetî yên jin û zarokan, dan der. Di vê pêvajoyê de nexweşiyên têger çêbûn û metirsî heye ku hîn bêtir belav bibe.
Ayşa Evdo ji navçeya Şêrewa ye, ji ber êrîşên dijwar berê xwe da Şehba û paşê dema ku rewş dijwartir bû, neçar ma ku koçî Kantona Cizîrê bike. Niha ew bi malbata xwe re li bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimîne.
‘Zarok ji sermayê di rê de mirin’
Ayşa Evdo da zanîn ku heta gihîştine Qamişloyê, gelek zehmetî kişandine. Ayşa diyar kir ku gelek ji wan nexweş ketine û wiha pê de çû: “Gelek zarokan ji ber sermaya dijwar jiyana xwe ji dest da. Piraniya me di rê de nexweş ketin. Ji ber ku gelek ji vana di nav hev de dijîn, metirsî zêdetir dibin. Pêwîst e veqetandinek çêbibe.”
‘Em nizanin êdî bi ku ve herin’
Ayşa Evdo ji cîhanê bi tevahî pirsî ‘çima ev ferman hat serê me?’ û wiha bi dawî kir: “Çima ev zilm li ser me ye? Em dixwazin ku em bi aramî bijîn û şer bi dawî bibe. Em diçin ku, dijmin li pey me tê. Êdî em nema dizanin bi ku ve herin. Ji ber ku cih û war nemaye. Ev çend car e em derbider dibin?”
Navenda tenduristiyê ya ji bo dermankirina nexweşan
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê û Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Rojava navendeke tenduristiyê li stada Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişloyê çêkirine. Ev navend jî ji bo alîkarî û dermankirina nexweşan e. Doktor Şoreş Osman pisporê nexweşiyên jinan e û ev çend roj in li navenda tenduristiyê ji bo pêşkêşkirina alîkariyê amade ye. Şoreş Osman balkişand ser rewşa tenduristiya koçberan û wiha got: “Em hemû alîkariya yekem û karûbarên lênêrîna bingehîn pêşkêş dikin. Em hemû cûreyên kontrolkirinê çêdikin eger jin, zarok, mêr û kalepîr bin. Dema ku ji destê me hat em bi dermanan alîkarî didin, wekî din hin rewş hene em wan dişînin nexweşxaneyan. Rewşên herî gelemperî ku em dibînin, di zarokan de nexweşiyên sermayê ne. Her wiha gelek reweşên enfeksiyona hûr û rovî jî hene. Kesên ku temenê wan mezin e, bi piranî nexweşên tansiyonê û şekir in. Di heman demê de jimarek ji jinên ducanî hene ku em rewşa wan dişopînin. Heta niha 2 jin li ba me welidîne.”
‘Nexweşiyên têger xwe didin der’
Şoreş Osman da zanîn ku ji ber rewşa koçberiya zehmet êdî nexweşiyên têger di nav koçberan de xwe didin der. Şoreş, destnîşan kir ku metirsî hene û wiha got: “Rewş ango nexweşiyên çerm ên ku herî zêde em ji wan ditirsin;nexweşiyên enfeksiyonê, gurîbûn û kêzik in. Ji ber zehmetiya ku kişandine û mayîna wan a li ser rêyan a bê şûştin, hişt ku nexweş bikevin nav wan. Dema ku bi komî bi hev re tên, nexweşiyê ji hev digjrin. Jimarek mezin ji van rewşan, bi ser me de hatin û em hewl didin ku bi rêya dermanan kontrol bikin.”
‘Ji gelên xwe re bibin alîkar’
Şoreş Osman got ku dikarin ji sedî 60’ê pêdiviyan pêk bînin lê dîsa alîkariyeke giştî ji hemû nexweşxane û pisporan tê xwestin da ku ev rewşa zehmet a derbideriyê derbas bibe. Şoreş Osman di dawiya gotinên xwe de bang li her kesî kir û got: “Derfet li vir baş in û heta niha rewşên pir giran nehatine. Lê hin nexweşî hene ku gelek kontrolê dixwaze. Rewşên zehmet carnan dighîjin. Ji ber vê yekê pêwîst e hemû kes xwe ji bo gelên xwe berpirsyar bibînin û bibin alîkar.”