Şandeyek Katalonyayî serdana Rêveberiya Xweser kir
Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şandeyeke parlamentoya Katalonyayê re civiya û gelek dozên girêdayî qonaxa veguhastinê li Sûriyeyê nîqaş kirin.
Navenda Nûçeyan- Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman û Evîn Siwêd şandeyeke parlamentoya Katalonyayê; parlamenter Robin Wagnsberg, parlamenter û seroka Partiya Yekitiya Gel Carles Albert pêk dihat, pêşwaz kirin.
Malpera fermî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dozên di civînê de hatine nîqaşkirin, parve kirin.
Her du aliyan astengiyên ji ber êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hewldanên Enqereyê yên dagirkirina xaka Sûriyeyê nîqaş kirin.
Di civînê de behsa tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û dûre destkeftiyên vê modelê hatin pêşandan û hat gotin ku ev rêveberî di vê rewşê de weke çareseriyeke mayînde ye.
Şandeya Katalonyayî piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser re di vê qonaxê de nîşan da û girîngî da geşkirina hevkariyê di nava her du aliyan de.