Di konferansa ekolojiyê de bal li ser xeteriyan hat kişandin

Di konferansa ekolojiyê de teqezî bi xetereyên li dijî xweza û jîngehê û meşandina têkoşînê ji bo pêşxistina pergala ekolojîk hate kirin.

Qamişlo – Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn bi beşdariya 120 delegeyan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partî, rêxistinên civakî li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê berdewam e. 

Di konferansê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hesen Koçer axivî û behsa girîngiya konferansê kir. Hesen Koçer got: "Êrişa li ser xwezayê êrişa li ser civakê û nirxên wê ye. Mîna em dibînin, pergala jîngehî ber bi talûkeyê ve diçe. Ji ber wê divê em her tim jîngehê û xwezayê geş bikin.” Hesen Koçer diyar kir ku pergalên demokratîk girîngiyeke mezin didin parastina xweza û jîngehê û wiha pê de çû: "Rêber Abdullah Ocalan jî girîngiyeke mezin da xwezayê, ji ber wê divê em vegerin wê û cewhera mirovahiyê."

Piştî bidawîbûna axaftina Hesen Koçer, sînevîzyonek têkildarî xwezaya Kurdistanê, çawa bi rêya êrişan û topbarana dewleta Tirk a dagirker hatiye wêrankirin, hate pêşandan.

Dûre hevseroka Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê Bêrîvan Xelîl perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê ekolojiyê de xwendin.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Esed di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina jîngehê û xwazeyê bi rêya xurtkirina rêgezên civaka xwezayî û got: "Netewedewletan xwest xwezayê kontrol bikin, ji ber wê jî wêran kir."

Di modernîteya demokratîk de ekolojî

Mijara yekemîn a konferansê bi sernavê "Ekolojî di modernîteya demokratîk de" hate kirin. Di vê beşê de wê 4 semîner hat dayîn.

Hevserokê Desteya Jîngehêy a knatona Reqayê Cemal Ebdullatîf, cîgira hevserokatiya Desteya Jîngehê ya kantona Cizîrê Bêrîvan Omer semînera yekemîn bi rêve bir. 3 semînerên din bi rêya Zoomê hatin dayîn.

Akademîsyena Navenda Lêkolînên Civakî û Dr. Gea Picardi ya ji Îtalyayê semînera yekemîn a bi navnîşan " Di navbera taorî û prtaîkê de çima azadiya jinan bingeha şoreşa ekolojiyê ye? Jinbûna ekolojîk û konfederaliya demokratîk" da.

‘Zanîsta jineolojiyê alternatîfê pergala heyî ye’

Gea Picardi behsa nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a der barê ekolojiyê de kir û diyar kir ku gelek fîlozofan got kapîtalîs, li ser keda jinan ava bûye û mirov di destê xwe de dike amûr. Gea Picardi got, dema kesek perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan bixwîne dikare gelek mijarên girêdayî hev binirxîne." Gea Picardi balkşand ser analîzkirina pêvajoyên civakî yên avakirina dewletê û malbatê û wiha domand: "Pergala bingehîn a ku dewlet ava kiriye, parvekirina kar di navber mêr û jin de esas ji xwe re negirtiye, lew ra divê jin bê rizgarkirin û pergaleke civakî ji nû ve bê avakirin. Ev jî di hilweşandina pergala kapîtalîst de nixumandiye."

Gea Picardi destnîşan kir ku zanîsta jineolojiyê alternatîfê pergala heyî ye û got: "li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan ev teorî xistiye pratîkê û hewl dide astengiyên ku mêr danîne pêşiya wan, rakin û cihê xwe di civakî de anku di pergala ekolojîk de bigire."

‘Teknolojî, ekolojiya civakî û zîrekiya hestiyarî’

Dr. David Antonio Grasso ku di beşa felsefeya exlaqî û teorîk û şîrovekirina felsefîk a Zanîngeha Turin de waneyan dide, semînerek bi navnîşan "teknolojî, ekolojiya civakî û zîrekiya hestiyarî" bi rêve bir. Grasso zîrekiya hestiyarî di hemû qadên jiyanê de nirxand.

Mamosteya  zanîsta civakî û aboriyê  Dr. Ezîza Aslan semînerek bi navnîşan "Kargeha ekolojîk û aboriya ekolojî" da. Ezîza pergalên kapîtalîst û yên demokratîk dan berhev û got: "Divê em li pergala aboriya civakî ya jîngehî vegerekê çêkin. Divê em dest ji aboriya kapîtalîst berdin."

Ezîza destnîşan kir ku divê hevsengî di navbera pêdiviyên kes û xwezayê de çê bibe, stûnên aboriyê û pîşesaziyê bên dabînkirin û civakeke civakî ya jîngehî û demokratîk, bê avakirin.

Çav rê bû ku pisporê kar û barên qanûna navneteweyî Mehmûd Patil  bi rêya zoomê semînera dawîn a bi navnîşanê "Ekolojîk, berxwedan, nimuneyên şoreşgerî, pratîkkirin û nêrîna ji başûr" daba, lê ji ber hin pirsgirêkên teknîkî nikarîbû beşdar bûba.

‘Divê piştgiriya projeyên xwezayî û ekolojîk bê kirin’

Piştre beşdaran nêrînên xwe der barê mijara yekemîn a konferansê de anîn ziman. Piraniya beşdaran destnîşan kir ku divê piştgiriya projeyên xwezayî û ekolojîk bê kirin, rêgezên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de diyar kirine esas bên girtin û ji bo parastina hawîrdor û xwezayê ji kerasetan xebateke xurt bê meşandin.

Konferans bi mijara duyemîn a bi sernavê "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî parçeyekî bidawîkirina dagirkeriyê pêşxistina çandiniya ekolojîk" berdewam dike.