Rojnamevan Nûrcan Yalçin û Derya Us hatin berdan

Rojnamevan Nûrcan Yalçin û Derya Us jî di nav de 7 kesên hatin binçavkirin, hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Duh di danê sibehê de li Amedê bi ser malan de hatibû girtin û rojnamevan Derya Us û Nûrcan Yalçin jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin. Karûbarê îfadegirtinê yê li Midûriyeta Emniyetê temam bû û sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. 

Piştî îfadeya li dozgeriyê, rojnamevan Us û Yalçin jî di nav de her 7 binçavkirî bi daxwaz şertê “kontrola edlî” sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Binçavkirî bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê” û “Muxalefeta lidijî qanûna pêşîlêgirtina fînansmaniya rêxistinê” hatibûn sûcdarkirin. Dadgeriyê her 7 binçavkirî bi şertê “kontrola edlî” berda.

Hate zanîn ku di çarçoveya heman dosyayê de li Lîce Dîlan Polat Dîrîn a pitika wê ya 11 mehî hebû jî hatibû binçavkirin. Dîlan Polat Dîrîn, duh bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.