Rêveberiya Xweser li Qamişlo nexweşxaneyek nû ava dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, nexweşxaneyeke welidandin û zarokan ava dike. Hate diyar kirin ku projeya avakirina nexweşxaneyê dê 465 rojan dewam bike.

Qamişlo – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihand ku dest bi avakirina nexweşxaneyeke welidandin û zarokan kiriye.

Nexweşxane li taxa Cemaya ya Qamişloyê tê avakirin. Civîn bi amadebûna hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Vîviyan Beho Osê û cîgira hevserokatiya meclisê Ahîn Siwêd li cihê avakirina nexweşxaneyê pêk hat. Hevserokên Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Miasir El Ebas û Xalid Dawûd daxuyanî bi Erebî û Kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku avakirina nexweşxaneya welidandin û zarokan yek ji plansaziya jinên endamên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ye û ev agahî hatin parvekirin: “Nexweşxane ji 3 qatan û pêvekekê pêk tê. Firehiya nexweşxaneyê 2 hezar û 800 metreçargoşe ye. Komîteyên têkildar dest bi xebatên kolandin û avakirina zemîna nexweşxaneyê kiriye. Lêçûna nexweşxaneyê 2 milyon û 45 hezar dolarê Emerîkî ye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, projeya avakirina nexweşxaneyê dê 465 rojan dewam bike.