Di doza Gulîstan Doku de gaveke nû

Di doza Gulîstan Doku de derket holê ku delîlên kamerayan û qerta SIM’ê hatine tunekirin. Parêzerê malbatê li dijî 108 wezîfedarên emniyetê û rayedarên bilind serî li dozgeriyê da.

Navenda Nûçeyan – Şeş sal piştî windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku, îfadeyên kesên di operasyonan de hatine girtin ranahî xist ser tarîtiya bûyerê. Piştî ku eşkere bû delîl hatine jêbirin û veşartin, li dijî 108 wezîfedarên emniyetê, midûr û fermandaran serî li dozgeriyê hat danîn.

Şeş sal in winda ye: Delîl bi zanebûn hatine jêbirin

Gulîstan Doku, xwendekara Zanîngeha Munzur a li Dêrsimê, di 5’ê Çileya 2020’an de winda bû û ji wê rojê ve tu agahî jê nayê girtin. Şeş sal piştî windabûna wê, di 13’yê Nîsana borî de di operasyoneke li dijî sûcdaran de 12 kes hatin girtin. Daxuyaniyan û îfadeyên kesên ku hatine girtin eşkere kirin ku delîlên têkildarî Gulîstan Doku çawa bi awayekî sîstematîk hatine tepeserkirin û jêbirin. Hat zanîn ku ji dîmenên kamerayê bigire heya daneyên li ser karta wê ya SIM’ê, gelek delîlên girîng hatine tunekirin.

Hevkariya bi Waliyê demê Tuncay Sonel re

Piştî van daxuyaniyên ku weke îtîrafan ketin rojevê, parêzerê malbata Gulîstan Doku, Elî Çîmen dest bi tevgerê kir. Parêzer Elî Çîmen destnîşan kir ku di veşartina delîlan de 108 wezîfedarên emniyetê roleke çalak lîstine û bi Waliyê Dêrsîmê yê wê demê Tuncay Sonel re bi hev re tevgeriyane. Li ser vî esasî, ji bo daxwaza dadgehkirina tawanbaran serî li Serdozgeriya Komarê ya Dêrsîmê hat danyîn.

Di nav kesên ku gilî li wan hatiye kirin de midûr û fermandar hene

Di gilînameya ku pêşkêşî Serdozgeriyê hat kirin de, hat xwestin ku derbarê her 108 wezîfedarên emniyetê de lêpirsîn were destpêkirin. Di nav van navan de rayedarên bilind ên serdemê jî hene. Hat diyarkirin ku Midûrê Emniyetê yê Bajêr ê wê demê Yilmaz Delen, Fermandarê Cendermeyan ê Bajêr Tuggeneral Sînan Şen û Midûrê Şaxa Asayîşê yê wê demê Ertugrul Aslan di serê lîsteya kesên ku gilî li wan hatiye kirin de ne. Malbat û parêzerê wan daxwaz dikin ku perdeya li ser vê rûpelê tarî rabe û edalet bi cih were.