“Dewleta Tirk li ber çavên rêxistinên berpirs sûcên şer pêk tîne”

Li hemberî bikar anîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li çar aliyan Kurdistanî daketin qadan. Kongra Star û RJAK bi daxuyaniyên niviskî bikar anîna çekên kîmyewî şermezar kirin û gotin ev sûcek li dijî mirovahiyê ye.

Navenda Nûçeyan – Kongra Star û RJAK der barê bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyên niviskî weşandin.  Di daxuyaniyan de hat ser ziman ku bikar anîna çekên kîmyewî ya di hiqûqa navnetewî de hatiye qedexekirin sûcek mirovahiyê ye û bang li tevahî gelan hat kirin ku li dijî vê sûcê mirovahiyê xwedî helwest bin.

Kongra Star

Kongra Star bikar anîna çekên kîmyewî ya di encama wê de 17 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe jidest dan bi tundî şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst dixwaze di pêvajoya salvegera 100’mîn a komarê de qirkirina Gelê Kurd temam bike û bi rêya dagirkeriyê Mîsaqî Millî pêk bîne. Di vê çarçoveyê de êrişên qirker û dagirker li hemberî gelê me bi taybet li Rojava û Başûrê Kurdistanê bi pêş dixe. Dixwaze Gelê Kurd di sedsala 21’ê jî bê statû di pozîsyona mêtingeh de bihêle, ji bo nasnameya kurdê azadîxwaz û serbixwe tune bike.

Lê ruxmê hemû teknolojiya xwe ya mîlîtarîst jî nikare vîna Gelê Kurd bişikîne. Ev rastî di berxwedana gerîlayê azadiyê li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê de jî xwe bi zelalî xuya dike. Şervanên azadiyê bi taktîkên afrîner, bi îradeyeke ji pola, bi cesaret, qehremanî û fedakarî berxwedaneke dîrokî didin meşandin. Artêşa dagirker ji ber ku bi amûr û rêbazên şer ên peymanî li hemberî gerîla nikare encam bigire, çekên kîmyewî bi kar anîn. Ya rast bi vî şiklê ji meydana cengê direve û ev yek jî lewazî û aciziya dewleta Tirk li hemberî şerê gerîla eşkere dike.

Dewleta Tirk a faşîst bi taybet ji salê çûyî ve bi şêweyeke sîstematîk çekên kîmyewî bi kar tîne. Li hemberî bikaranîna rê û rêbazên Hîtlerî ji aliyê dewleta Tirk ve saziyên eleqadar bi israr bê deng dimînin. Bikaranîna çekên kîmyewî li gorî qanûnên şer ên navneteweyî qedexe ye û qaşo ji bo bicîanîna wan qanûnan mekanîzmayên navneteweyî hene. Lê herî zêde ev mekanîzma û saziyên eleqadar bi xwe pîvanên şer dixin bin lingan. Dewleta Tirk ber çavên rêxistinên berpirs weke Netewên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) sûcên şer pêk tîne. Ji ber ku bi zanebûn, di oxira berjewendiyên xwe yên qirêj li hemberî sûcên giran yên dewleta Tirk de bê deng dimînin bi xwe jî berpirsiyar û tawanbar in. Ji bo vê bêdengiya rêxistinên navneteweyî jî tê wateya ku ew jî şirîkê sûcên hovane yên dewleta Tirk a faşîst in!”

Kongra Star li dijî vê sûcê mirovahiyê banga rabûnê li hemu jinan û gelan kir û wiha got: “Em bang li jinan, gelê me û hemû hêzên demokratîk dikin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bi çekên qedexekirî dengê xwe bilind bikin û rabin ser pêyan. Em bang li saziyên eleqadar dikin ku erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Ev jî tê wateya ku lêkolînên pêwist bên kirin, lêpirsîneke serbixwe bê vekirin, pêşiya bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk bê girtin û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji ber sûcên xwe yên şer bê darizandin."

RJAK

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê RJAK der barê êrîşên dewleta Tirk de daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku dewleta Tirk qanûnên navdewletî binpê dike û çekên qedexekirî yên kîmyewî bi kar tîne.

Daxuyanî wiha ye:

“Ev demek dirêj e dewleta Tirk bi êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, ji derveyî êrîşên hewayî û guhnedana zagonên şer dest bi bikaranîna çekên qedexekirî yên kîmyewî kiriye û van çekên qedexekirî li hemberî zarokên Kurdan li çiya û gundên Kurdistanê bi kar tîne.

Em weke RJAK’ê êrîşên ku destdirêjiyê li ser xak û rola me dikin bi tundî şermezar dikin, banga me ji civaka Başûrê Kurdistanê re ji çîn, lêkolîner û gel re ew e ku dakevin qadan û helwesta xwe ya li hemberî vê bêwijdaniya ku li hemberî Kurdan bi çekên kîmyewî tê kirin şermezar dikin. Ev yek dijberî zagonên navdewletî ye lê li ser xaka Başûrê Kurdistanê bê hesab bi kar tînin. Her wiha divê aliyên pêwendîdar vê bêdengiya xwe bişkînin û bi hevkariya gel dengê xwe bilind bikin, li hemberî vê dagirkeriyê derbikevin.”