Dewleta Tirk di salekê de 25 jin û 45 zarokan qetil kir
Li gor Rêxistina Mafên Miorvan a kantona Cizîrê, di êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2024’an de 25 jin û 45 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
ŞÊRÎN MIHEMED
Qamişlo – Kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî berdewam dikin. Di sala 2024’an de ji ber berfirehkirina projeya xwe ya dagirkirina xaka Sûriyeyê, binpêkirin zêdetir bûn, di encamê de kantona Şehba û Minbic hatin dagirkirin. Dagirkeriya dewleta Tirk herêmên ku dagir dike vediguherîne cihên pêkanîna sûc, kiryarên dermirovî û binpêkirinan.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê bilançoya êriş û kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêma Bakur û rojhilatê Sûriyeyê ya sala 2024’an de eşkere kir. Di vê bîlançoyê de hat belgekirin ku 125 caran balafirên keşfê li cihên cuda dane, di encamê de 6 jin û 4 zarok birîndar bûne. Her wiha 115 caran bi obîsan herêm hedef girtine, di encamê de 6 jin û 20 zarok birîndar bûne 7 jin û 16 zarokan jî jiyana xwe ji dest dane. Di encama pevçûnan de jî 2 jin û 5 zarok birîndar bûne.
Her wiha rêxistinê diyar kir ku di encama kiryarên çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk de 14 kes hatine revandin di nav de jin û zarok jî hene. Her wiha di encama 17 teqînan de 6 zarok birîndar bûne û 6 jin û 2 zarokan jî jiyana xwe ji dest dane. Di encama bûyerên sûc de 4 jin û 8 zarok birîndar bûne her wiha 12 jin û 12 zarokan jî jiyana xwe ji dest dane. Di heman demê de di rêwîtiya koçberbûna gelê Efrînê ji Şehbayê 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Der barê kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê Evîn Cuma axivî.
‘Ewlehî û aramiya herêmê hedef digrin’
Evîn Cuma di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên di sala 2024’an de û got: “Di sala 2024’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kirin. Armanc bi van êrişan ew e ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibin. Her wiha kiryarên xwe jî li herêmên dagirkirî zêde kirin. Minbic û Şehba hatin dagirkirin. Minbic piştî hat dagirkirin çeteyan dest bi kuştin, dizî, talan, revandin, destavêtin û darvekirina sivîlan kirin.”
‘Ji ber kiryaran careke din koçber bûn’
Evîn Cuma qala rêwîtiya koçberên Efrîn û Şehbayê kir ku çeteyan hemû rê li ber koçberan girtin ji bo ku sûcên xwe pêk bînin û wiha axivî: “Piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Şehbayê dijwartir kirin, hemû rê li herêmê girtin bi armanca dorpêçkirina gel û pêkanîna komkujiyên xwe. Ji bo parastina rûmet û zarokên xwe ji komkujiyên dagirkeran koçberên Efrînê neçar man careke din koçber bibin û ji Şehbayê derkevin. Di rêwîtiya dirêj a koçberên Efrîn û Şehbayê de, gel ji hêla çeteyan ve rastî dizîn, revandin û gotinên derexlaqî hat.”
‘Êrişên li ser Tişrînê xeteriyan çêdike’
Evîn Cuma qala êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya xwe ya dagirkirina xaka Sûriyeyê û guhertina demografîk li herêmê berfirehtir bike. Êrişên li ser bendava Tişrînê sûcek mirovî ye ji ber ew bendav jêdera bingehîn a ku elektrîk û avê dide herêmê. Berdewmakirina êrişên li ser bendava Tişrînê jiyana bi hezaran kesan dixe xeterê.”
‘Dosya hatine amadekirin’
Evîn Cuma destnîşan kir ku wan gelek dosyayên êrişên dagirkeriyê û ziyanên wê belge kirine û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Me gelek dosyayên der barê êriş û kiryarên dagirkeriyê de bi taybetî qetilkirin, destdirêjî, darvekirina jin û zarokan her wiha koçberbûna bi darê zorê, belge kirine. Em hewl didin van dosyayan ji rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî, Neteweyên Yekbûyî û komîteya lêgerînên navneteweyî ya belgekirina kiryaran re bişînin û rastiya dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ji 27’ê Mijdara 2024'an heya niha dewleta Tirk li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî kêm 15 jin û 19 zarokan qetil kir. Di êrişên dagirkeriyê de herî kêm 7 jin û 25 zarokan jî birîndar bûn.