Derûnas: Bi jiyana wekhev em dikarin xwekuştinê kêm bikin
Şêwirmend û derûnnasa Navenda Şehîd Amara Fadiya El-Ewed balkişand ser xwekuştinên ku di demên dawî de li herêmê çêdibin, got ku bi dayîna mafan dikarin kuştinan kêm bikin û banga “bi destên hev bigirin” li jinan kir.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di rapora xwe ya îsal ku derbarê Roja Cîhanî a Xwekuştinê de weşand de, got ku her sal zêdetirî 720 hezar kes xwe dikujin. Rêxistinê da xuyakirin ku ji sedî 73’yê xwekuştinan li çar aliyê cîhanê li welatên kêm-dahat û navîn çêdibin. WHO’yê sedemên xwekuştinê spart faktorên civakî, çandî, biyolojîkî û psîkolojîk. Şêwirmend û derûnnasa Navenda Şehîd Amara Fadiya El-Ewed têkildarî vê mijarê û rîskên wê yên li ser civakê, axivî.
Xwekuştin sedema sêyem a mirinê ye
Fadiya El-Ewed got ku diyardeya xwekuştinê bi rêjeyek bilind belav dibe û wiha got: “Sedem ne diyar in. Pêwîst e rê û rêbazên pêşîlêgirtina xwekuştinê werin pêşxistin. Xwekuştin sedema sêyem a mirinê ye, li cem kesên temenên wan di navbera 15-29 sal de ye û ev li gelek welatan rû dide.
Faktor û sedemên xwekuştinê
Fadiya bibîr xist ku kesên xwe dikujin li ser malbat, civak û welat şopên xwe dihêle. Fadiya balkişand ser kesên ku xwekuştinê bi nexweşiyên psîkolojîk ve girê didin û got: “Ne her kesî/ê nexweşiyên wan yên derûnî hene, xwe dikujin. Xwekuştin xwedî sedem û faktorên civakî, çandî, biyolojîk, jîngehî û psîkolojîk in.”
Kîjan herî zêde bi hewldanên xwekuştinê re rû bi rû ne
Fadiya bi pênasekirina sedema sereke ya xwekuştinê ‘depresyon e’ axaftina xwe dewam kir. Fadiya di bersiva pirsa kîjan kes yên herî zêde hewl didin dawî li jiyana xwe bînin de got: “Kesên ku herî zêde hewl didin jiyana xwe bi dawî bikin ew in, yên ku rastî şîdeta navmalî û nexweşiyên psîkolojîk tên.”
Nîşane û rîsk
Faktora aborî û windakirina kesek hêja jî rola xwe dilîze. Carnan jî dibe ku malbat xwedî dîrokeke xwekuştinê be, lê ev ne gen in, reftarên fêrbûyî ne. Rastî destdirêjî an tacîzê, tiryakeşî û seqetiya laş hatin.” Ev hemû sedemên ku kes rêya xwekuştinê hilbijêre ne, li gorî ku Fadiya zelal kir.
Nîşane û rîskên li ser kes, beriya xwekuştinê yên dertên. Li gorî ku Fadiya El-Ewed dibêje, pêwîst e ku her kes li gotinên kesa/ê dibêje ez ê xwe bikujim an jî xwezî ez nehatibama dinyayê, baldar be. Fadiya balkişand ser mijarên ku xwest derdor nekin mijara tinaz û tinaziyê û cidî bigrin dest jî û wiha got: “Guherînên giran ên hestan li cem kes ji kûr ve bandor dike. Dûrketina ji civakê û hestên xemgiyê jî bandorê li têkiliyên malbatî û civakî li cem wê/î kesê/î dike. Pêwîst e baldariyek ji kesên tiryakê bikar tînin re hebe.
Tedawîkirin bi hebûna toreke piştgiriya civakî destpê dike
Fadiya piştî rêzkirina faktor û rîskan çawaniya tedawîkirina kesan a ji van nîşaneyan jî girîng dibîne. Dibêje ku “Divê tedawîkirin li gorî faktor û nîşaneyên me li jor anî ziman be. An jî em ê nikaribin kesî/ê bixwaze xwe bikuje, ji mirinê xilas bikin. Hebûna toreke piştgiriya civakî ji tiştên herî pêwîst in û bi taybetî malbat roleke aktîv dilîze. Ji bo ku reftarên xwekujiyê dûbare nebin, pêwîst e kes derman bibe û nêrîna wî/ê ya li jiyanê biguhere.”
‘Wekhevî rê li ber xwekuştinê digre’
Fadiya diyar kir ku di hewldanên xwekuştinê de rêjeya jinan ji mêran zêdetir e û sedema wê wiha vegot: “Ji ber newekheviya di navbera zayendan û bêparkirina jinan a ji mafên wan ên xwezayî wisa dibe.” Ji lewra Fadiya dibîne ku malbat zarokên xwe li ser wekheviyê mezin bikin û jinan ji mafên wan tecrîd nekin, wê rê li bilindbûna rêjeya xwekuştinê bigrin.
‘Destên hev bigrin û hev li mal li kolanan û cihên kar biparêzin’
Fadiya El-Ewed bang li jinan kir ku hev hembêz bikin, bi serkeftinên hev şad bibin û wiha got: “Ji bo keç, hevjîn, xuwîşk û dayîkan pêwîst e ji hêla malbatan ve piştgirî were nîşandan. Di warê mafan de wekhevî serwer be. Ji ber em di civakeke hîn hişmendiya baviksalarî lê serwer e, dijîn. Divê em jin bi destên hev bigrin, hev biparêzin di mal an jî li kolanan û cihên kar û bi serkeftinên hev jî bawer bin.”