Dermankirina Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

Hate diyarkirin ku girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku nexweşiya çav, gurçik û mîdeyê heye, lê belê dermankirina wê ji aliyê rayedarên girtîgehê ve tê astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirovan a Herane ragihand ku girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku li girtîgeha Yezidê bi cezayê heta hetayî hatiye mehkûm kirin, tevî rewşa wê ya nebaş a fizîkî heta niha jî ji çareseriya bijîşkî bêpar tê hiştin.

Hate diyarkirin ku girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan nexweşiya çav, gurçik û mîdeyê heye û dermankirina wê ji aliyê rayedarên girtîgehê ve tê astengkirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşan hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidarvekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê guherî yê heta hetayî.