Dema ku cîhan bi porteqalî tê ronîkirin, kî jinên ku di tariyê de ne dibîne? GOTAR

LEYLA CEMAI

Di şerên jibîrkirî yên wek Somaliyê de, jin du caran bedêla tundî û jibîrkirinê didin. Li kampên koçberiyê jî destavêtin, tundiya zayendî û zewaca bi darê zorê dibin beşek ji jiyana wan.

Neteweyên Yekbûyî şêwazên tundiya zayendî ya bi şer ve girêdayî belge kirine û diyar kiriye ku jinên koçber ji komên herî xeternak in. Lê rapor çi qasî rast bin jî, tenê nîvê çîrokê vedibêjin. Sûc tenê ji ber sûcdar namîne, ji ber qelsiya dadmendiyê û bêcezahiştinê ye jî. Ji ber ku dema rizgarbûyî dibîne ku êrîşkarî bê hesab dimîne, ew ê fêm bike ku axaftin bikêr nayê û êrîşkar jî fêm dike ku sûc bêbedêl e.

Şerê ku di îstatîstîkan de dernakeve

Li vir şerê duyemîn dest pê dike, ew şerê ku di ti îstatîstîkê de dernakeve. Jin piştî êrîşê rûbirûyê şermê dibe, di şûna ku sûcdar bê girêdan. Tirsa ji redkirina malbat û civaka xwe û zexta li ser lihevkirina ‘dostane’ ya ku dosyayê digre û êrîşkar azad dihêle. Gelek jin bêdengiyê hildibijêrin, ne ji ber ku tiştê ku hatiye serê wan hêsan e, ji ber ku axaftin dikare ji wan re ji êrîşê bi xwe girantir be. Îcar em çawa dikarin axaftinê ewle bikin? Ew pirsa ku her hewlek cidî ji wir dest pê dike.

Dibe ku ya di şerên jibîrkirî de herî xeternak ew e ku ew li cihê xwe namînin. Civaka ku tundiya li dijî jinan tê de bê hesab dihêle, nifşên ku vê yekê wek tiştekî normal dibînin û ji bo yên piştî xwe mîras dihêlin, mezin dike. Welatê ku jinên wê li mal û kampên xwe xwe bi ewle nabînin, tu carî nas nake aştiyê, top bêdeng bin jî. Qelsiya jinan nîşaneya ewil a qelsiya welatan e û aştiyek ku jin tê de xwe bi ewle nabînin, ne aştî ye.

Tundiya li dijî jinan pirsgirêka hemû civakê ye

Pîrozkirina berxwedana jinan nabe ku bibe sedema ji bîrkirina berpirsiyariya dewlet û civakê. Tiştê ku pêwîst e ew e ku pesindarî veguhere pabendbûneke rasteqîn, wek derxistina qanûnên parastinê, avakirina dadgeh û stargehan û tevlêkirina jinan di biryargirtinê de.

Berpirsyariya civakî û dengê jinên rizgarbûyî yên jibîrkirî

Ev ne tenê şerê jinan e, tundiya li dijî jinê birînek e di bedena hemû civakê de. Nayê dermankirin heya ku her kes li aliyê rast ê wê raneweste. Ne bi axaftinên di mebestan de, bi helwestê dema ku ew biha be. Ew ne tenê pirsgirêka Somaliyê ye. Cîhan ne kêmî agahdariyê ye li ser Somaliyê, belê kêmî bîra îsrarê ye li ser dîtinê. Wêne dighêjin, rapor tên weşandin, şahidî tên gotin û paşê bal vediguhere qeyranek din a bi dengtir. Lê jinên ku rizgar bûne, bi tiştê ku qewimî re dimînin, piştî ku ronî diçe cîhekî din.

Dema dengê jinê bilind dibe, azadî jî pê re bilind dibe

Ev şahidiya min e wek lêkolînerek û çalakvanek Somaliyî. Ez dinivîsim, ji ber ku ez bawer dikim ku rûmeta mirovî nayê perçekirin û bêdengiya me, me dike şirîkên windahiyê. Ez bawer dikim jina ku civakê li ser milên xwe, ji bo xwedîkirin û perwerdehiyê di nava mirinê de hilgirtiye, heq dike ku dengê wê bê bihîstin. Dema ku dengê jinê bilind dibe, azadî jî pê re bilind dibe.

Di sibeya 26'ê Mijdarê de, dema ku roniyên porteqalî tên kuştin (vemirandin) û axaftin tê pêçandin, jineke Somaliyî dê li ser heman xetereyê hişyar bibe ku li ser raketibû û pirsa ku ez ji herkesê ku van peyvan dixwîne re dihêlim ev e: Hûn ê wê demê çi bikin?