DEM Partî li dijî xespa îradeyê biryara ‘çalakiya nobeta’ bê navber da

Serokwekîla Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku wê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li ber deriyê hemû şaredariyan dest bi çalakiya nobetê ya bênavber bikin.

Navenda Nûçeyan- Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li navenda giştî ya partiya xwe bi awayekî awarte civiya. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî civînê, civîna çapemeniyê li dar xist. Gulistan Kiliç Koçyîgît a destnîşan kir ku biryara tayînkirina qeyûm biryareke siyasî ye, diyar kir ku daraz bûye amûra siyasetê û got: “Ji wezîfeyê girtin, xespkirina vînê û darbeya li dijî demokrasiyê ya bi çêkirina qanûnî yek ji sûcên herî tirsnak e ku vê sedsalê ji aliyê vê desthilatê ve hatiye kirin.”

‘Dest bi tola têkçûna hilbijartinên 31’ê kiriye’

Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku bi operasyonên feraset civak tê manîpulekirin û wiha got: “Tirkiye ji aliyê feraseteke partiyê ve tê birêvebirin ku xwe ji destûra bingehîn jortir dibîne. Desthilateke ku dema dixwaze hilbijartinê pêk bîne û dema dixwaze qeyûman tayîn bike Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Lê tiştek heye ku li ber çavan nagire. Ew jî rastiye ku gel demokrasî ji destê wan wergirtî ye.” Gulistan Kiliç Koçyîgît  got ku gelê kurd di hilbijartinan de feraseta darbekar û qeyûm malaştin û avêtin sergoyî û wiha dom kir: “Bi biryara qeyûman re deshilatê dest bi hilanîna tola têkçûna di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji şaredariyên me girt. Ewilî tevî hevşaredarê me birêz Abdûllah Zeydan ê li Wanê hate hilbijartin mafên xwe yên memnu wergirtibûn jî kemînek li ber danîn û mazbetaya wî nedanê. Gelê Wanê xwedî li vîna xwe derket û tişta ku aydê wî bû paş ve wergirt.”

‘Ev e normalbûn?”

Gulistan Kiliç Koçyîgît tayînkirina qeyûm bi awayekî aşkere êrişa li dijî vîna gel e û ev tişt got:

“Ev hiqûqa OHAL’ê ye. Xespa vînê ya bi KHK’ê anîne îro bi darbeyên siyasî hêj weke polîtîkayên çewisandinê tên bikaranîn. An ku OHAL’a kurdan qet naqede, OHAL’a li dijî kurdan qet bi dawî nabe. Em çiqad di siyaseta demokratîk de israr bikin desthilat jî hewl dide em dest ji vê israra xwe berdin. Vir û derewên asayîbûnê bi rojan e didomin. Ev e asayî bûn? Ev e gava ewil a ji bo destûra bingehîn a demokratîk we avêtî? Îdiaya normalbûnê ya desthilata AKP’ê û MHP’ê têk çûye.

Îdiayên destûra bingehîn di bin kavilê qeyûm de ma, careke din derket holê ku îdiaya destûra bingehîn a nû û normalbûn kurdan nagire nava xwe. Hevalên me ji bo texrîbata qeyûmên di nava zewq û sefayê de dijiyan li pey xwe hiştine tamîr bikin milên xwe dane hev û ji çar milan ve dest bi xebatê kirine. Em hemû baş dizandin ku ji xwe siyaseta qeyûman têk çûye û qeyûman ji bilî bertil, nelirêtî, xwedîderketina alîgiran û dijminatiya li dijî kurdan pêvetir tiştek weke mîrate nehiştiye.”

DEM Partî wê li hemû şaredariyan çalakiya nobetê bide destpêkirin Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku ev darbe li dijî hemû hêzên demokratîk û azadiya bijartin û hilbijartinê ya ku mirovahiyê bi têkoşînên mezin sedsal berê bi dest xistiye hatiye kirin û got: “Divê hemû rayagiştî têkildarî mijarê berteka xwe di asta herî jor de nîşan bide. Ji partiyên siyasî heta civaka sivîl, ji rewşenbîr û hunermendan heta hemû kesên dilê wan ji bo demokrasiyê lê dide divê li dijî vê bêhiqûqiya qeyûman deng derxîne. Divê nîşan bide ku li kêleka vîna gelê Colemêrgê ne. Ger em carekê destûrê bidin ku tiştên di hilbijartinên 31’ê Adarê de winda kirine bi rêya qeyûman jinûve bi dest bixin; ne zehmete ku texmîn bikin ka wê êrişa li Colemêrgê dest pê kir û pêla xespê li ku encam bigire.” Gulistan Kiliç Koçyîgît, hîn biryarên di civîna MYK’ê de hatine girtin jî parve kirin û got: “Ez radigihînim ku ji bo parastina demokrasiya bê navber, parastina vîna gel û parastina şaredariyên xwe, li dijî vê polîtîkaya qeyûm ku veguheriye amûreke rejîmê, em ê li ber hemû şaredariyên xwe dest bi çalakiyên nobetê bikin. Em bang li hemû gelê xwe, rêxistinên girseyî yên demokratîk û herkesên xwedî wijdan dikin ku di nobetan de cih bigirin û li kêleka me bisekinin. Dîsa îro li Stenbolê hin rêze bernameyên hevseroka me ya giştî Tulay Hatîmogullari hene. Sibê wê derbasî Colemêrgê bibe. Dîsa Hevserokên Giştî yên DBP’ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun uçar bi şandeyekê re ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin. Em li bendê ne ku îro bigihin Colemêrgê. Ji dervey wê îro li her derê Tirkiyeyê li herêmê li her derê çalakî û aktîvîteyên ku em berteka xwe nîşan bidin ji aliyê rêxistinên me ve tên organîzekirin.  Îro saet di 18.00’an de li Şîşhaneya Stenbolê wê çalakiyek were lidarxistin. Hevseroka me ya Giştî Tulay Hatîmogullari jî dê beşdarî daxuyaniyê bibe. Ji bo ku pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û hemû muxalefeta demokratîk tevlî daxuyaniyê bibin ji vir bang dikim. Komîsyona Têkiliyên Derve dest bi xebatekê kiriye ku van bêhiqûqiyan li tevahiya qada navneteweyî ragihîne.”