Ferîda Îbo: Wê Yekitiya Şaredariyên Gel piştî hilbijartinan bê avakirin

Endama komîteya amadekariya hilbijartinên şaredariyên gel a kantona Efrîn-Şehbayê Ferîda Îbo behsa hilbijartinan kir û got: "Armanca me bi hilbijartinan ew e ku xeta azadiya jinan bê parastin û pergala wekhev bê avakirin.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji bo avakirina şaredariyên demokratîk Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û rêxistina Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tifaqa xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan di 17'ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê diyar kirin. Di 27'ê Nîsanê de pêşhilbijartinên namzedên jin ên kantona Efrîn-Şehbayê pêk hatin û tê de 5 namzedên jin ji navçeyên kantona Efrîn-Şehbayê dengên herî zêde girtin, di 30'yê Nîsanê de jî pêşhilbijartin çêbûn û tê de 5 namzedên mêr li ser asta navçeyên kantona Efrîn-Şehbayê li gel namzedên jin weke hevşaredar hatin erkdarkirin.

Komîsyona bilind a hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku di 11'ê Hezîranê de hilbiajrtinên hevşaredariyên gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê pêk werin. Li kantona Efrîn-Şehbayê ji bo hilbijartinên 11'ê Hezîranê gelek amadekarî tên kirin û bi armanca danasîna girîngiya wateya hilbijartinan rêzeçalakî tên lidarxistin,. Der barê amadekariyên hilbijartinên 11'ê Hezîranê de, endama komîteya amadekariya hilbiajrtinan a kantona Efrîn-Şehbayê Ferîda Îbo bi ajansa me re nirxandin kir.

'Ji bo hilbijartinên şaredariyan pêşhilbijartin hatin çêkirin'

Ferîda Îbo di destpêka nirxandinên xwe de bal kişand ser amadekariyên wan ji bo hilbijartinên şaredariyên gel û ev tişt anî ziman: " Piştî erêkirina Hevpeymana Civakî 3 mehan amadekarî ji hilbijartinên şaredariyan re çêbûn. Hilbiajrtinên şaredariyên gel yek ji bendên Hevpeymana Civakî bû ku bi awayeke demokratîk û wekhev sîstema xweseriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bê rûniştandin. Hilbijartin li ser bingeha ku kesên xwedî nirx û pîvanên şoreşê derdikevin wê bên çêkirin, di heman demê de kesên ku temsîla xeta azadiya jinan dikin ên ku Rêber Apo ev fikir pêşkêşî wan kiriye. Me di dawiya meha Nîsanê de pêşhilbijartinên xweser li ser asta 5 navçeyên kantona Efrîn-Şehbayê çêkir û tê de ji bo hilbijartinên giştî jî bibin 5 namzedên jin li ser asta her navçeyê ku dengê herî zêde girtin hatin amadekirin."

'Gel bi xwe namzedên xwe hilbijartin'

Di berdewamiya gotinên xwe de Ferîda Îbo behsa pêşhilbijartinên ku li kantona Efrîn-Şehbayê çêbûne kir û got: "Di pêşhilbijartinên xweser de li ser asta navçeya Şêrewaya Efrînê Esûm Hemedê, li ser asta navçeya Til Rifetê Fatimê Behîr, li ser asta navçeya Ehrezê Îmen Toko, li ser asta navçeya Ehdasê Rûzelîn Koşan û li ser asta navçeya Fafîna Şehbayê Gelewîş Silêman dengê herî zêde girtin û weke namzed hatin diyarkirin. Ev pêşhilbijartin û namzedên ku derketine bi dengê jinên Efrîn û Şehbayê bûn ku yekem car hilbijartinên bi vî rengî tên çêkirin ew jî cihê kêfxweşî û serbilindiyê ye ku jin bi îradeya xwe rêveberên xwe hildibijêrin. Li kêleka wê pêşhilbijartinên giştî jî hatin çêkirin û tê de 5 namzedên mêr li ser asta navçeyên kantona Efrîn-Şehbayê kêleka namzedên jin bi dengê gel derketin. Pêşhilbijartinên ku hatin çêkirin gelek baş derbas bûn gel bi moral çû ser sindoqan û bi awayek demokratîk dengê xwe dan. Ev namzedên ku di pêşhilbijartinan de derketine hinek xweser in hinek jî giştî wê di hilbijartinên dawî yên 11'ê Hezîranê re derbas bibin û hevşaredarên gel li ser asta her navçeyê werin erêkirin."

'Rêzeçalakiyên me ji bo hilbijartinan didomin'

Ferîda Îbo partî û rêxistinên ku di hilbijartinên şaredariyan de cih digrin her wiha hazirtiyên wan ji hilbijartinan re anî ziman û wiha axaftina xwe domand: "Li kantona Efrîn-Şehbayê Kongra Star û hinek partî cihê xwe di nav van hilbijartina de digrin weke Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Hevbenda Demokratîk û Partiya Konfrans me bi hev re Tîfaqa Gelan û Jinan ji bo azadiyê ava kir û li ser vê esasê hilbiajrtinên 11'ê Hezîranê wê bên çêkirin. Ji bo danasîna wateya hilbijartinê ji civakê re komîte hatin avakirin û mal bi mal geriyan, ji malbatan re behsa hilbijartinan kirin. Di heman demê de girîngiya wê hat vegotin. Li kêleka wê li gundan û navçeyan civîn tên çêkirin û tê de bendên hilbijartinan û armancên şaredariyan tên şîrovekirin û hê jî ev civîn berdewam dikin. Broşor jî li taxan û li gel hatin belavkirin ku tê de pîvanên şaredariyan û meşandina xebatên wê şîrove dike û pankart li taxan hatin daliqandin. Heya roja hilbijartinan em ê her dem di nava çalakî û gel de bin da ku em civakê teşwîq bikin, bizanibin ew dikarin bibin xwedî îrade û hebûn. Ev xebat bi rêk û pêk li seranserê kantona Efrîn-Şehbayê tê meşandin."

'Dê Yekitiya Şaredariyên Gel bên avakirin'

Ferîda Îbo di berdewamiya gotinên xwe de behsa sîstema nû ya Şaredariyên Gel kir û wiha pê da çû: "Bi riya van hilbijartinan û piştî erêkirina Hevpeymana Civakî wê şaredarî ber bi serxwebûna xwe ve biçe û sîstemeke nû ava bike û wê bibe yekitiyên şaredariyan. Li kantona Efrîn-Şehbayê 5 navçe hene, di ser asta her navçeyekê de wê yekitiya şaredariyan bê avakirin. Li kêleka wê di her navçeyekê de jî meclisa yekitiya şaredariyan dê bê avakirin û meşandina kar bi awayeke wekhev û rêxistinkirî be. Armanca em bi van hilbiajrtinan ewe ku ji %50 jin cihê xwe di nava şaredariyan de bigrin û kar bi awayekî hevbeş di nava her du zayendan de bê meşandin. Ji ber ku em xeta azadiya jinan temsîl dikin û divê wekhevî hebe em ê di şaredariyan de dest bi serarastkirina vê sîstemê bikin û sîstemek wekhev ava bikin."

'Li Efrîn-Şehbayê wê 96 sindoq bên danîn'

Ji bo sîstema lidarxistina hilbijartinên dawî yên 11'ê Hezîranê Ferîda Îbo qala sîstema meşandina hilbijartinan kir û got: "Sindoqa hilbijartinan wê bi komîn komîn bê danîn. Li kantona Efrîn-Şehbayê 96 komîn hene wê 96 sindoq jî bên danîn. Di her komînê de wê nûnerên namzedan amade bin, her wiha ji hêla komîsyonê ve mamoste bên erkdarkirin li ser sindoqan. Di nava van hilbijartinan de Komîsyona bilind karta hilbijartinan jî çêkiriye ji bo ku bi sîstemê ev hilbijartin bê kirin. Amadekarî û xebatên ji bo hilbijartinan bi coş û moral tên meşandin bi taybetî ji aliyê gel ve gelek bi kêfxweşî me pêşwazî dikin û soz didin ku wê biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Civak di wê hêviyê de ye ku şaredariyek demokratîk bê avakirin û bikeve xizmeta gel. Armanca me ji sîstema nû ya şaredariyan ew e ku bibe malê gel û pêdiviyên wan pêk bîne."

'Ev hilbijartin wê bibe cihê serkeftinê'

Ferîda Îbo teqez kir ku bi riya van hilbijartinan wê êrîş û planên dijmin vala derxin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em di wê baweriyê de ne ku ev hilbijartin wê bibe gaveke serkeftî ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, di hemen demê de wê hemû êrîş û planên dijmin vala derkevin. Hewldanên dijmin ji bo têkbirina pergala neteweya demokratîk em ê têk bibin. Di nava amadekariyên hilbijartinan de careke din dagirkeriya dewleta Tirk êrîşên xwe pêk tîne û dixwaze van hilbijartinan pûç bike lê her çendî êrîş û gefên xwe dike jî îrade û hebûna civakê  bi hêztir dibe ji ber xwe li ser fikrê azad ên Rêber Apo bi rêxistin kirine. Hilbijartinên şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê nêrîna siyasî biguherîne û deriya Îmraliyê veke, Rêber Apo bi fizîkî azad bibe."