Li Meksîkayê li dijî şaredar êrişa çekdarî

Li Meksîkayê ku di dîroka welat de cara yekem jinek ji bo seroka dewletê hat hilbijartin; şaredara Cotijayê Yolanda Sanchez Figueroa di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li Meksîkayê di dîroka welat de rojek piştî Claudia Sheinbaum ku weke jina yekem a seroka dewletê hat hilbijartin, li bajarê Cotija yê rojava şaredar Sanchez Figueroa rastî êrişa çekdarî hat.

Li gorî nûçeya di çapemeniya Meksîkayê de cih girtî; Yolanda Sanchez Figueroa û parêzvanên wê dema ku diketin salona werzîşê ji aliyên kesên bi çek ve rastî êrişa çekdarî hatin. Êrişkaran piştî ku herî kêm 20 caran gule barandin ji cihê bûyerê reviyan. Şaredara ku bi giranî birîndar bû piştî rakirin nexweşxaneyeke herêma Los Reyesê jiyana xwe ji dest da. Parêzvanê wê jî di êrişê de bîrndar bû.

Wezareta karên hindir a eyaleta Michoacan li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X daxuyanî da û qetilkirina şaredar şermezar kir. Wezareta Ewlehiya civakê ya eyaleta Michoacan diyar kir ku der barê êrişê de operasyonek hevbeş dane destpêkirin.

Di îlona 2023’an de li bajarê Guadalajara yê li eyaleta Jalisco li ser riya navendeke bazarê Sanchez Figueroa hatibû revandin û piştî sê rojan hatibû dîtin.