Dayîkên Aştiyê yên Kurdistanê: Em li dijî darvekirinan banga yekîtiyê dikin

Dayîkên Aştiyê yên Kurdistanê yên beşdarî kampanya ‘Sêşemên ji darvekirinê re na’ bûn, ji bo rawestandina darvekirinan ji partiyên Kurdistanî û civaka navdewletî re banga yekîtî û pêngavên bilez kirin.

Navenda Nûçeyan – Dayîkên Aştiyê yên Kurdistanê, beşdarî kampanya ‘Sêşemên ji Darvekirinê re Na’ bûn û bang li partiyên Kurdistanî kir ku ji bo rawestandina darvekirina ciwan û çalakvanan û ji bo eşkerekirina çarenûsa girtiyên bi zorê hatine windakirin, gavan bavêjin.

Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê, wiha gotin: “Em ji we daxwaz dikin ku bi rêya rêxistinên mafên mirovan û derfetên hiqûqî yên navdewletî, dengê malbatên girtiyên li ber darvekirinê û yên bi zorê hatine windakirin bigihînin cîhanê. Di heman demê de, piştgiriyê bidin wan malbatên ku di bin zexta dezgehên ewlehî û îstîxbarata Komara Îslamî de ne. Em daxwazê ji hemû partiyên Kurdistanî, saziyên mafên mirovan, parêzerên navdewletî û mirovên azadîxwaz dikin ku bi hemû şiyana xwe ji bo rawestandina darvekirinan, rizgarkirina jiyana girtiyên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn û eşkerekirina çarenûsa kesên ku bi zorê hatine windakirin gavan bavêjin.”