Kampanyaya "Sêşema Ji Darvekirinan re Na": 72 kes hatine darvekirin

Girtiyên siyasî yên li Îranê di hefteya 143’an a berxwedanê de dengê xwe li dijî darvekirinan bilind dikin. Bi sedan kes bi metirsiya darvekirinê re rûbirû ne.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê, greva birçîbûnê ya heftane ya ku ji aliyê girtiyan ve di çarçoveya kampanyaya "Sêşema Ji Darvekirinan re Na" de hatiye destpêkirin, di 20’ê Cotmehê de li 66 girtîgehan berdewam kir. Endamên kampanyayê li dijî dayîn û bicîhanîna cezayên darvekirinê nerazîbûn nîşan dan û daxwaza rakirina yekcarî ya cezayê darvekirinê kirin.

Di daxuyaniya ku bi boneya hefteya 143’emîn a kampanyayê de hat dayîn, hate destnîşankirin ku ji 23’ê Îlona 2026’an vir ve herî kêm 72 kes li Îranê hatine darvekirin. Di daxuyaniyê de tekez hate kirin ku bi taybetî kesên ku di serhildana di navbera Kanûna 2025’an û Çileya 2026’an de hatine girtin, bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne.

Her wiha bal hat kişandin ser rapora Rêxistina Efûya Navneteweyî ku diyar dike 20 xwepêşanderên ku beşdarî serhildanê bûne di bin xetereya darvekirinê de ne û herî kêm 34 ji wan berê hatine darvekirin.

Cezayê darvekirinê yê nû ji bo Werîşe Muradî

Di daxuyaniyê de rexne li cezayê darvekirinê yê nûkirî yê ku li girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî hatiye birîn jî hat kirin. Li gorî parêzerên wê, Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê di 14’ê Cotmeha 2026’an de cara duyemîn cezayê darvekirinê da Muradî. Cezayê darvekirinê yê berê ji ber kêmasiyên di lêpirsînê de ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû betalkirin.

Piştgiriya navneteweyî û navxweyî zêde dibe

Di daxuyaniya kampanyayê de hat destnîşankirin ku di rojên dawî de, bi zêdebûna dijberiya li dijî cezayê darvekirinê re ku bi "Roja Cîhanî ya Li Dijî Cezayê Darvekirinê" (10’ê Cotmehê) re hevdem e, xwepêşandan û piştgirî xurt bûne. Ev yek wekî nîşaneya hevgirtina bi girtiyên xwedî cezayê darvekirinê re hat nirxandin.

Hat ragihandin ku Leopoldo Maldonado, Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê li ser azadiya ramanê, û "Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê" jî tevlî kampanyaya protestokirina darvekirinên li Îranê bûne û piştgiriya xwe ragihandine.

‘Greva birçîbûnê sembola berxwedanê ye’

Endamên kampanyayê diyar kirin ku greva birçîbûnê ya li 66 girtîgehan tê lidarxistin sembola berxwedana li dijî cezayê darvekirinê û têkoşîna parastina mafê jiyanê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li parêzvanên mafên mirovan, rêxistin û komên peywendîdar ên li welatên cuda yên cîhanê hat kirin ku tevlî kampanyayê bibin, piştgiriyê bidin girtiyan û bi hev re bixebitin da ku cezayê darvekirinê bi temamî ji holê bê rakirin.