Dayîkên Şemiyê di hefteya 1006’emîn a çalakiya xwe de ne

Dayîkên Şemiyê, di hefteya 1006’emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz pirsîn. Keça Edîp Aksoy Bêrîtan Aksoy a ji bo çalakiyê nameyek şand jî got: “Bila em tu carî baweriya xwe ya ku wê edalet pêk were winda nekin.”

Stenbol - Dayîkên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin bipirsin û xwestin kujer bên darizandin vê hefteyê li Qada Galatasarayê bûn. Di çalakiya hefteya 1006’emîn a Dayîkên Şemiyê de aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên 29 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn.

‘Tiştên qewimîn hat înkar kirin’

Ji mirovên Şemiyê Sebla Arcan metna daxuyaniya çapemeniyê xwend. Sebla Arcan anî ziman ku Edîp Aksor û Orhan Cîngoz di 7’ê Hezîrana 1995’an de li Amedê li Baxçeyê Çayê yê Yeşîlçinar rûniştibûn, 3 kesên bi cil û bergên sivîl ên bi çek ku bi wesayîteke Torosa Spî  hatin cem wan û bang li wan kirin û ji wan re gotin “îfadeya we heye, em ê biçin qereqolê.” Sebla Arcan got: “Gelek şahidên ku dîtine li Torosa Spî hatine siwarkirin hene. Lê belê tiştên qewimîn hat înkar kirin. Hemû serlêdanên malbatan û Komeleya Mafên Mirovan a li saziyên pêwendîdar heta îro bê encam man. Ji Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz êdî agahiyek nehat. 10 sal piştî bûyerê, di sala 2005’an de îtîrafên endamê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan di çapemeniyê de cih girtin. Abdulkadîr Aygan di yek ji îtîrafên xwe de got ku JÎTEM’ê Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz piştî lêpirsînê înfaz kirine û cenazeyên wan li ser rêya Silopiyayê li ber ava çem defin kirine."

Banga edaletê

Sebla Arcan diyar kir ku ÎHD’ê piştre li cihê sûc lêkolîn kir û di sala 2005’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê da û got:

“Dozgeriyê diyar kir ku cenazeyên 2 kesên di 28’ê Hezîrana 1995’an de hatibûn definkirin, li cihê ku Abdulkadîr Aygan behs kirî, hatiye dîtin û bi rêya şaredariyê li Goristana Bêkesan hatine definkirin. Malbatan her wiha diyar kirin ku wêneyên cenazeyan ên di dosyaya lêpirsînê de hene dibe ku aîdê Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz bin. Di gora ku bi biryara dozgeriyê hat vekirin de hestiyên 4 kesan hatin dîtin. Mînakên hestiyên hatin girtin ji bo tespîtkirina nasnameyan şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Lê Saziya Tipa Edlî ragihand ku di encama testa DNA yê de derketiye holê hestî ne aîdê malbatên Aksoy û Cîngoz in. Di 29’emîn salvegera windakirina wan a di bin çavan de em bang li rayedaran dikin ku di dosyaya Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz de ji nû ve lêpirsîn bê kirin û doz ji nû ve bê destpêkirin û bila rayedar erka xwe bi cih bînin.”

‘Lêgerîna min a edaletê bi salan e didome’

Piştre nameya keça Edîp Aksoy Bêrîtan hat xwendin. Name wiha ye:

“Ez Bêrîtan Aksoy im. Ez êş, hêvî û îradeya her yek ji we di vê rêya dûr û dirêj de ku me bi hev re dest pê kir, ji kûr ve hîs dikim. Di têkoşîna min a ku di 7’ê Hezîrana 1995’an de bi wefata bavê min Edîp Aksoy dest pê kir, li kêleka we bûyîna min hêz dide min. Lêgerîna min a hînbûna aqûbeta bavê min û edaletê bi salan e didome. Ev lêgerîn ne tenê lêgerîna windakirina kesa ye, di heman demê de têkoşînek ji bo avakirina maf û edaletê ye. Dizanim ku ez di vê têkoşînê de ne bi tenê me û di nava hevgirtinê de her tim hêz daye min. Çîrok, êş û têkoşîna her yekî ji we bû çîrok, êş û têkoşîna min. Weke Dayîkên Şemiyê em bi salan li Qada Galatasarayê li ber Bîrdariya Jiyanê ya Koşuyolu li hev kom bûn û qîriyan û daxwaza edaletê kirin. Li dijî yên ku dengê me nebihîstin em hemû bi hev re rawestiyan.

‘Bila em ti carî baweriya xwe winda nekin'

Roja ku bavê min winda bû, wê rojê min ne tenê bavê xwe, di heman demê de zarokatiya xwe, hesta xwe ya ewlehiyê jî winda kir. Dema min hewl da ku ez bi zor û zehmetî û êşên bêbavbûnê re mezin bûm, ez hîn bûm ku divê bi hêz û bi biryar bim. Bîranîna bavê min ji bo min her tim bûye çavkaniya îlhamê. Mirovên Şemiyê yên hêja, ez pir baş êşa we hîs dikim. Her çiqas ji aliyê fîzîkî ve nikaribim bi we re bim jî ji bo bîranîna windahiyên me zindî bihêlim û lêgerîna xwe ya edaletê bidomînim, ez ê her dem bi nameyan li vê qadê bim û li ku derê bim jî ez ê li ber bîranînên bav, Dayîkên xwe rêzdar bim. Bila em ti carî baweriya xwe winda nekin ku rojekê em ê aqûbeta windayên xwe hîn bibin û edalet dê pêk were.”