Jin li ser dîroka xwe perwerdeyê dibînin

Jinên ku beşdarî perwerdeya girtî ya li Şehbayê bûne teqez kirin ku perwerde ji nan û avê girîngtir e û bi perwerdeyê rastiyên ku hatibûn veşartin û paşguhkirin tên vegotin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a kantona Efrîn-Şehbayê bi armanca xurtkirina kesayetên jinan û danasîna rastiyên wan, dewreya perwerdeyek girtî li Şehbayê di 26'ê Hezîranê de vekir û wê mehekê berdewam bike. Di vê perwerdeyê de 22 jin ji hemû gund û navçeyên kantona Efrîn-Şehbayê ku cihê xwe di saziyan de cih digrin. Di perwerdeyê de waneyên weke girîngiya perwerdeyê, dîroka Rojhilata Navîn, civaka xwezayî, zayendperestî, rastiya seroketî, dîroka jinan û mijarên bi wî rengî tên dayîn.

Ji bo ku em kêliyên jin di perwerdeyê de diborînin bizanibin me berê xwe da cihê perwerdeyê û nêrînên jinên ku beşdarî perwerdeyê bûne girt.

'Em xwe li ser rastiyê perwerde dikin'

Delal Şêxo ku ji navçeya Ehdasê beşdarî perwerdeyê bûye behsa girîngiya perwerdeyê kir û got: "Me dest bi vê perwerdeyê kir, ji bo ku em rastiya xwe bizanibin. Di perwerdeyê de mirov fêrî gelek tiştên bi sûd dibe ku dihêle careke din li xwe vegere. Bi hezaran salan zihniyeta baviksalarî di kesayetên me de hatiye çandin perwerde jî dibe derfetek ku ev zihniyet rastî û armancên wî bên eşkerekirin. Ji bo ku em dîroka xwe ya rast bizanibin, perwerde pêwîst e.

Gelek waneyên bi sûd ji me re tên dayîn, di perwerdeyê de zihniyeta mirov berfirehtir dibe û asta xwe ya pêşketinê bi dest dixe. Ji ber zihniyeta desthilatdar mafên jinan hatibûn tunekirin û dizîn lê fikir û felsefeya Rêber Apo careke din jinan li mafên wan vegerand û sîstema wekheviya di nava civakan de ava dike. Em jî li ser vê bingehê xwe perwerde dikin da ku bikaribin di vê xetê de xebatên xwe bidin meşandin. Jiyan bi destên jinan hatiye keşifkirin û wê bi destên wan jî heya dawiyê bidome. Em deyndarên Rêber Apo û pakrewanên xwe ne û em soza xwe bi wan re careke din nû dikin êm ê xwedî li xeta azadiyê derkevin."

'Em ê encamên perwerdeyê di nava civakê de belav bikin'

Kewser Mustafa jî ku ji navçeya Şêrewayê ye qala kêliyên xwe yên di nava perwerdeyê de kir û wiha pê da çû: "Daxwaza me ew bû ku em dest bi perwerdeyê bikin da ku guhertinan di kesayetên xwe de çêbikin û ji bin bandora zihniyeta desthilatdar derkevin. Em tiştên veşartî û yên ku nehatine naskirin dizanin di nava perwerdeyê de ruhê komînal tê avakirin û hemû bi hev re weke malbat dijîn, kêliyên gelek xweş bi hev re derbas dikin. Em encamên baş ji perwerdeyê digrin û di demên pêş de em ê vê encamê bi civaka re parve bikin û tiştên ku me ji perwerdeyê girtine belav bikin. Em ê sûdê li derdora xwe jî bikin û piştgiriyê bidin, da ku ew jî derbasî perwerdeyan bibin."

'Divê her mirov perwerde bibîne'

Sîham Xelîl ku ji wargeha Berxwedan e diyar kir ku perwerde ji mirov re ji av û nan girîngtir e û divê her mirov di perwerdeyan re derbas bibe û ev tişt anî ziman: "Em gelek bi şans in ku perwerde dibînin, bi vê yekê em li rastî û hebûna xwe vedigerin. Perwerde ji mirovan re ji nan û avê girîngtir e û em gelek kêfxweş in ku ev derfet ji me re hatiye dayîn. Di perwerdeyê de em dikevin ferqê û dibînin ku demên desthiladariyê kesayetên jinan çawa bûne û piştî danasîna rastiya wê em çawa bûne. Em hêvî dikin hemû kes di nava civakê de perwerde bibînin ji ber gelek bi sûd e û rastiya ku hatibû paşguhkirin vedibêje."