‘Divê civaka Êzidî dost û dijminên xwe baş nas bike’

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo diyar kir ku beriya fermanê civaka Êzidî pişta xwe spartibû hinek aliyan û bang li civaka Êzidî kir ku dost û dijminên xwe baş nas bike.

Şengal – Bi boneya 10’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) duh bi tevlibûna bi dehan jinan li navçeya Tilêzêra Şengalê ji bo bîranîna şehîdên fermana 74’an, li cihê ku di dema fermanê de ji aliyê çeteyan ve weke zindana jinan dihat bikaranîn, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya ku ji aliyê berdevka TAJÊ Riham Hico ve hat dayîn de ev tişt hat gotin: “Em fermana 74’an bi nefret û hêrseke mezin şermezar dikin. Ev cihê ku em lê daxuyanî didin weke malekê tê naskirin lê DAIŞ’ê ev xanî di dema fermanê de weke cihê hepiskirina jin, zarok û cihê qetilkirina gelê me bi kar aniye. Bi sedan însanên me û bi taybetî jin tî, birçî û bi rojan li vir hatine dîlgirtin. Ji bo wê, em weke tevgera jin li ber vê xaniyê ku cihê xwe di wijdanê civaka me de çêkiriye daxuyaniyê didin. Em îro li cihê ku wan xwest hebûna me, çand û baweriya me tune bikin salvegera 10’emîn a fermanê bi bîr tînin, soza mezinkirina têkoşîn û tolhildanê didin tevahî jin û civaka xwe. Ev daxuyaniya me bang û qêrîna bi hezaran jinan û kesên şehîdbûyî ye. Ev banga hesapxwestina dîrokî ye. Êdî me zincîrên koletiyê û bîra tirsê di hiş û dilê xwe de şikand. Êdî dengê me li dinyayê deng vedaye. Em êdî ji qîrkirinê şerm nakin, em ji bo mafê xwe û xweseriya xwe li her derê diqîrin.” 

‘Civaka Êzidî beriya fermanê pişta xwe spart hinekan’

Li ser heman mijarê endama koordînasyona TAJÊ Şemê Remo ji ajansa me re axivî û kesên ku bûne sedema fermana 3’yê Tebaxê şermezar kir.

Şemê Remo destnîşan kir ku civaka Êzidî beriya fermanê pişta xwe spartiye hinekan û wiha got: “Gelek malbatên di fermanê de ji cihê xwe derneketin û ketin destên DAIŞ’ê gotin ku pêşmergeyan gotine dê wan biparêzin lê dema fermanê hemû reviyan û ev jî bû sedema qetilkirina bi hezaran jin û zarokên Êzidî. Sedema vê hovîtiyê PDK bû, Iraq jî berpirsyar e. Ji ber tank, top û balafirên Iraqê hebûn dikaribû civaka Êzidî biparêze, ne tenê civaka Êzidî dikaribû hemû Iraqê biparêze.”

‘Neqebûlkirina jenosîda li ser civaka Êzidî ji bo çi ye’

Heta niha tevî ku bi dehan dewletan jenosîda li ser civaka Êzidî qebûl kirine lê hê jî Iraqê qebûl nekiriye. Li ser vê mijarê jî Şemê Remo ev nirxandin kir: “Ji bo çi Iraqê qebûl nekiriye? Niha Iraq destekê dide Tirkiyeyê, destekê dide DAIŞ’ê, destekê dide dijminê me. Niha axa Başûr û Iraqê bi tank û topên Tirkiyeyê tijî bûye. Bang li gelê me dikim bila şiyar bin, dost û dijminên xwe nas bikin. Bila baş bizanibin kê me ji fermanê xilas kir, kî bi hawara me ve hat, kê şehîd da, kê korîdora mirovahiyê vekir. Bila gelê me xwedî li şehîd û civaka xwe derkeve.”

Banga xwedîderketinê

Şemê Remo da zanîn ku weke TAJÊ pêwîstî dîtine li cihê ku jinên Êzidî hatine qetilkirin û zindanîkirin daxuyanî bidin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em bang li gelê xwe dikin, em bang li jinan dikin, bang li jinên ku li kampan e dikin ku şiyar bin û komkujiya li hemberî civaka Êzidî pêk hatiye bînin bîra xwe û xwedî li civaka xwe derkevin, tevli Rêveberiya Xweser a Şengalê bibin.”