Dayikek 60 salî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê dayîka 8 zarokan ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê dayîka 8 zarokan Şerîfe Vekîlî ya 60 salî ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bu hat qetilkirin.

Li go agahiyên hatine bidestxistin di navbera wê û mêrê ku pê re zewicî bû nîqaşek sedema wê nayê zanîn derketiye. Piştî nîqaşê Şerîfe Vekîlî bi keleşnîkofê bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Tê payîn ku kujerê bi navê Muhsîn Ziya ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye binçavkirin û lêpirsîna wî berdewam dike.