Malbata Şenyaşar 448 roj in ji bo edaletê di çalakiyê de ye

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 448 roj in ji bo pêk anîna edaletê bê navber çalakiya xwe berdewam dikin.

Riha – Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar a di encama êrişên xizm û parêzvanên Wekîlê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê wê û dû kurên wê hatin qetilkirin û kûrê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû di roja 448’emîn de berdewam dike.

Dayik Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tendûristiyê îro nehat ber edliyê, Ferît Şenyaşar nobeta edaletê li ber edliyê berdewam dike.

Malbatê îro li ser hesabên xwe yê medya mecazî vê pêyamê parve kir: “Tu astengiyekî ku îradeya bihêz nikare wî bişkîne nîne. Li ber edliyê têkoşîna me ya ji bo ‘Jiyaneke adilane, sibêrojên bi rûmet’ di roja 448’emîn de berdewam dike...”