Civîna komisyona meclisê bi dawî bû

Civîna komîsyona meclisê ya 16'an ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç hatin guhdarkirin bi dawî bû. Civîn ji çapemeniyê re girtî bû.

Navenda Nûçeyan – Di civîna 16'an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku li Meclisa Tirkiyeyê ji bo pêvajoyê hatiye avakirin de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç hatin guhdarkirin.

Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Di civînê de ewil Hakan Fîdan hat guhdarkirin û piştre jî Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç hat guhdarkirin. 

Civîn 7 saetan dewam kir.