11’emîn Festîvala Hinaran a Helebceyê destpê dike

Li parêzgeha Helebce 11’emîn Festîvala Hinaran destpê dike.

Navenda Nûçeyan – Li parêzgeha Helebce 11’emîn Festîvala Hinaran bi beşdariya rêjeyek berçav ya cotkar û jinên xwedî destrengîn, îro destpê dike.

Wek her salê îsal jî 11’emîn Festîvala Hinaran a Helebceyê, îro bi beşdariya rêjeyek berçav ya cotkar û jinên xwedî destrengîn li parêzgeha Helebceyê destpê dike.

Ji aliyê Rêveberiya Çandiniyê ve 630 cihên taybet ji bo nîşandana berhemên cur be cur hatine amadekirin. Ji vane 30 cih ji bo berhemên navxweyî û 10 cih jî ji bo hingivê xwemalî hatiye diyarkirin.

Li gorî Rêveberiya Çandiniyê ya Helebceyê ragihandî, li parêzgeha Helebceyê 10 hezar û 600 donim erd hinar heye ku tê de nêzîkî 2 hezar û 300 cotkar kar dikin.