Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Şerîfe Muhammedî hat birîn
Kampanyaya Parastina Şerîfe Mihemedî ragihand ku cezayê darvekirinê yê çalakvana mafê kedkaran Şerîfe Mihemedî cara duyemîn hatiye erêkirin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250213-20250213-20250213-photo-2025-02-13-14-53-13-jpga4819e-image-jpgfb23ed-image-jpg524876-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Kampanya Parastina Şerîfe Mihemedî ragihand ku cara duyemîn cezayê darvekirinê li parêzvana mafên kedkaran Şerîfe Mihemedî hat birîn ku li Girtîgeha Lakan a Reştê girtî ye û ji nû ve dihat darizandin.
Îranê di 14'ê Tîrmeha 2024'an de cezayê cezayê darvekirinê li Şerîfe Muhamedî birî bû. Di çarçoveya doza ku ji aliyê 39'emîn Daîreya Dadgeha Bilind ve hat betalkirin, di 19'ê Kanûna 2024'an de ji nû ve darizandina wê li 2'yemîn Dadgeha Şoreşê ya Reştê dest pê kir. Îro (13 Sibatê) doza wê hat dîtin. Daxwaza Şerîfe Muhammedî ya parastina xwe li salona dadgehê bike, nehat qebûlkirin.
Di danişîna ku îro li 2. Dadgeha Şoreşê hat dîtin de cara duyemîn cezayê darvekirinê li Şerîfe Muhammedî hat birîn.
Kampanyaya Parastina Şerîfe Muhammedî astengkirina Şerîfe Muhammedî ji beşdarbûna dadgehê şermezar kir û weke neheqiyeke eşkere şermezar kir. Wan got ku ev bêedaletî îdiayên ku pêvajo bi rêkûpêk hatiye meşandin têk dide.
Şerîfe Mihemedî di 4’ê Kanûna 2022’an de di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin û di 9’ê Kanûnê de ji Girtîgeha Reştê bo Girtîgeha Sine hatibû veguhestin. Paşê wê şandin Girtîgeha Reştê û sê mehan di hucreya yekkesî de hat ragirtin û piştre ew hat veguhestin bo beşa girtiyên giştî. Şerîfe Muhammedî bi îdiaya endamtiya sendîkaya karkeran a rêxistina bi navê Komala bi sûcdariya “Bîgh” (gel rakirina serhildanê) tê darizandin.