Nasnameya 34 qurbaniyên Fermana 74’an aşkere bûn

Wezareta Tenduristiyê, Saziya Malbatên Şehîdan û tîma gorên komî, nasnameya 32 qurbaniyên gundê Koço ên di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de hatin qetilkirin ragihandin û diyar kirin ku di demeke kin de wê radestî malbatên wan bên kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Şengalê nêzî 100 gorên komî hene û ji sala 2018’an û vir ve di encama xebatên hatine meşandin de tenê 54 gorên komî hatin vekirin. Di nava gorên komî de cenazeyê bêhtirî 500 kesan ên ku di encama êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê de hatine qetilkirin, hatin derxistin. Heta niha hestiyên 274 hatine qetilkirin, radestî malbata wan hatiye kirin, yên din li Tiba Edlî ya Bexdayê tên rawestandin.

Îro tîma gorên komî, wezareta tenduristiyê û Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyekê nasnameya 32 qurbaniyên Fermana sala 2014’an hatin eşkere kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku kesên hatine qetilkirin piraniya wan ji gundê Koço yê Şengalê ne û hat gotin ku di demeke kin de wê hestiyên wan radestî malbatên wan bê kirin.

Hêjayê bi bîrxistinye ku, Saziya Tiba Edlî ya Iraqê beriya niha hestiyên qurbaniyên gundê Koço di kîsikan de radestî malbata wan hatibû kirin.

Komkujiya gundê Koço: Çi qewimî bû?

Gundê Koço di keve Başûrê Rojhilatê Şengalê û li ser sinorê Ereba ye, Di fermana sala 2014’an a li Şengalê de, ji ber gundê Koço ji çiya dûr bu di nava çembera çeteyên DAIŞ’ê de ma. Di 15’ê Tebaxa heman salê de êdî çeteyan bi hemû hovîtiya xwe êrîşî gelê Koço kir, mêrên gund tevahî kuştin û keç û jin hatine revandin û heya roja me ya îro çarenûsa bi sedan ji wan ne diyar e. Gelek ji keç û jinên gundê Koço di operesyonên QSD’ê û YPJ’ê de, di demên cuda de hatin rizgar kirin û radestî malbatên wan hatine kirin.