Li Hesekê foruma jinan: Jin mafên xwe di destûra nû ya Sûriyê de nîqaş dikin

Encumana Adaletê ya Jinê û Desteya Hiqûq û Edaletê ji bo mafên xwe yên di destûra nû ya Sûriyê de bidin nivîsandin, ‘Forûma Mafnasî ya Şêwermendî’ li dar dixin.

Hesekê – Bi armanca naskirina maf û daxwazên jinan a di destûra nû ya Sûriyê de Encumana Adaletê ya Jinê û Desteya Hiqûq û Edaletê, foruma mafnasî ya şêwermendiyê li dar dixe. Ji rêxistinên jinan, yekîtiya parêzeran, Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û nûnerên saziyên civaka sivîl jî di nav de gelek jin di forumê de amade ne.

‘Rola jinan di nivîsandina destûrê de wê parastina maf jin û deskeftiyan bike’

Endama Komîteya Amadekar a Forûma Mafnasî ya Şêwermendî Mizgîn Hesen axaftina vekirinê kir. Mizgîn Hesen diyar kir ku li bi rêya vê forûmê daxwaz û mafên jinê yên di destûra nû ya Sûriyê de ewê nîqaş bikin û wiha got: “Ev forûm ji aliyê Encûmena Adaletê ya Jinê û Desteya Hiqûq û Edaletê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ve hat lidarxistin. Tê de bi dehan jinên ji rêxistinên jinan, nûnerên saziyên civaka sivîl û Yekîtiya Parêzeran amade bûn. Bi riya vê forûmê em dikarin bighên daxwaz û mafê jinan di hundirê destûra nû ya Sûriyê de. Di vê pêvajoyê de ev yek girîng e. Ji ber ku di demên pêş de kongreyek neteweyî ji bo nivîsandina destûrê were avakirin, ewê rola jinê tê de esas û girîng be. Ev ji bo parastina maf û deskeftiyên jinan a li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê girîng e.”

Di forûmê de dê nîqaş li ser rewşa siyasî, rewşa jinê di pêşketinên ku li Sûriyê pêk tên bê meşandin. Komên ku dê ji bo vê armancê bên avakirin, her yek ji wan dê li ser mijarek nîqaşan bike û encamê wê di forûmê de bên nîqaşkirin. Forum dê bi pêşniyaran bi dawî bibe.