Bihêzkirina jinên ciwan di warê aborî de yek ji encamên konferansa li Xezayê ye
Komela El-Wedad a ji bo rehabîlîtasyona civakê konferansek bi sernavê "Ciwanên îlhamdar" ji bo lêkolîna rastiya aborî û nêrînên ciwanan ji bo baştirkirina wê di civaka Filistînê de li dar xist.
REFIF ESLEEM
Xeza – Komeleya El-Wedad a ji bo rehabîlîtasyona civakê konferansek bi sernavê "Ciwanên îlhamdar" bi amadebûna hejmareke mezin ji femînîst û ciwanan, ji bo lêkolîna rastiya aborî û nerînên ciwanan ji bo baştirkirina wê di civaka Filistînê de li dar xist. Komeleya El-Wedad ji bo jinên ciwan gelek kurs pêşkêş kirin da ku performansa xwe di civakê de di warê civakî, derûnî û perwerdeyê de bi pêş bixin.
"Komele jinên ciwan teşwîq dike ku rola pêşengiyê di civaka Filistînê de bigirin"
Seroka Desteya Rêveber a Komeleya El-Wedad Neîma El-Qîq diyar kir ku wan navê konferansê kirine "Ciwanên îlhamdar" ji bo ku her du komên ciwan rastiya xwe ya aborî binirxînin û wiha axivî: "Lêkolîna rastiya civakî beşeke girîng e ji lêkolîna ku komeleyê li ser komeke ciwanan kiriye. Komeleyê jinên ciwan teşwîq kir ku xwe bi pêş bixin û rola pêşengiyê di civaka Filistînê de bilîzin. Civak gelek caran dibînin ku jin ji bo karkirina di astên serokatiyê de ne guncaw in lê komeleyê ev fikir ji mejiyê jinan derxist û ji wan re xuya kir ku jin nîvê civakê ne û ger bi pêş nekevin, ne şert û mercên civakê ne jî malbat dê baştir bibin. Bihêzkirina jinên ciwan tenê bi hevgirtina civaka herêmî, saziyên civaka sivîl û hikûmetê û afirandina atmosfera civakî ya guncaw pêk tê."
Neîma El-Qîq da zanîn ku divê alîkariya jinên ciwan bê kirin ku xwendina xwe ya zanîngehê biqedînin da ku bibin kesayetên serbixwe û bikaribin dest bi kar bikin û wiha pê de çû: "Encamên diyalogên li ser van mijaran dibe ku bibe projeyek xebatê ya pêşerojê yan jî planek ji bo pêşxistina jinên ciwan û tevlikirina wan di nav civakê de tevî hemû astengiyan."
"Kursên perwerdeyê ji bo xwe nas bikim ji min re bûn alîkar"
Duha El-Daûr ku yek ji sûdmendên kursên perwerdeyê yên Komeleya El-Wedad e anî ziman ku dema wê perwerde dît, fikra wê guherî û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Min gelek saziyên ku xizmetan pêşkêş dikin nas kir û beşdarî gelek însiyatîfan bûm. Kursên perwerdeyê alîkariya min kirin ku ez xwe nas bikim û bi vî awayî rê li ber min vekir ku ez zanibim ji ku derê dest bi kariyera xwe bikim. Ez bi hevî me ku hemû jinên ciwan dest bi tevlibûna nav sazî û jiyana civakê bibin da ku hîs bikin ew beşeke ji pêvajoya guhertinê ne."
"Divê jinên ciwan qeyd û bendên tirs, têkçûn û bêhêvîtiyê bişkînin"
Fîda El-Medhûd ku akademîsyen û karsazek di nav platformên kar xweser de ye eşkere kir ku nifşê nû yên jinên ciwan di serdemek vekirî û tije agahdarî de dijîn û wiha got: "Ji ber vê yekê fêrbûna şarezayên avakirina ezmûnan û xebata di qada azad de bi riya Înternetê bûye riyek mumkin ji bo destpêkirina jiyana wan a xebatê û bidestxistina serxwebûna aborî. Divê jinên ciwan qeyd û bendên tirs, têkçûn û bêhêvîtiyê bişkînin. Jinen ciwan li her derê ku dixwazin dikarin serkeftî bin."
Li gorî daneyên Buroya Îstatîstîkan a Navendî ya Filistînê ya li Xezayê, rêjeya bêkariyê gihîştiye ji sedî 46,9 ku ji sedî 41,9 mêr û ji sedî 65,0 jin in.