“Bi komployê xwestin derbeyek li felsefeya azadiya jinan bixin”

Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo teqez kir ku felsefeya Rêber Apo ya azadiya jinan dijberî berjewendiyên pêrgalên baviksalarî ye û da zanîn ku bi komploya navneteweyî xwestin derbeyê li felsefeya azadiya jinan bixin.

HESNA MIHEMED

Şehba - Dîroka mirovahiyê ji gelek komplo û bêbextiyên mezin re şahîdî kiriye. Lê komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye ji komployên heya niha pêk hatine pir cudatir bû. Di vê komploya ku di rûpelên dîrokê de wek rûreşiya mirovahiyê tê pênasekirin de, cara ewil gelek hêzên navneteweyî yên ku qet nayên gel hev û heya niha qet bi awayekî hevbeş kar nekirine cih girtin. Ji Amerîkayê heya Rûsyayê, ji Îsraîlê heya Ewropayê, ji welatên Kafkasyayê heya Efrîqayê di vê komploya dîrokî de her yek ji wan xwedî rolek bû.

Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo der barê salvegera komploya 9'ê Cotmehê û armanca wê de ji ajansa me re axivî.

Krîza Rojhilata Navîn

Şîraz Hemo bal kişand ser krîza ku li Sûriyeyê tê jiyîn û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Projeya ku niha li Sûriyeyê bi ser ketiye projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e lê ji ber ev proje ne li gorî daxwaz û armancên hin hêzên herêmî û navdewletî ye êrîş û gefên xwe zêdetir dikin. Destê dewleta tirk jî di vê yekê de heye. Ji ber projeyek demokratîk li ser xeta sînorên wê ji xwe re xeter dibîne. Her dem dewleta tirk ditirse ku ev proje bandorê li ser dewleta wê bike û êdî krîza di nava erdê wê de kûrtir bibe."

"Felsefeya azadiyê dijberî berjewendî û sîstemên wan e"

Şîraz Hemo teqez kir ku felsefeya azadiyê ya Rêber Apo dijberî berjewendiyên sîstemên heyî yên cîhanê bû ji ber vê komploya navneteweyî dan meşandin û ev tişt got: "Dema felsefeya Rêber Apo derdikeve holê weke xetek nû ji demokrasiyê re bû di hundir Rojhilata Navîn de ji bo ku civak weke xwe bijî û azadiya kesayetî li pêş be. Di heman demê de projeya Neteweya Demokratîk ku rengek nû bide civaka Rojhilata Navîn ev hemû xeterên li ser hêzên hegomanîk e, di serî de felsefeya azadiya jinan. Rojhilata Navîn li ser qirkirin û koletiya jinan xwe ava dikir. Ev felsefe ji bo nûjenkirina rihê xwedawendiyê li gel jinan derket û dê wan ji xitimandina civakî biparêze. Ev jî ne li gorî berjewendiyên zîhniyeta dewletan e. Ji ber vê yekê komploya navneteweyî li ser Rêber Apo dan meşandin. Bi dîlgirtina Rêber Apo jî xwestin ku vê projeyê ango tevgerê tune bikin. Lê felsefeya ku bibe malê gel tu car nayê tunekirin."

"Xwestin derbeyê li projeyê bixin"

Bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin derbeyê li projeya Neteweya Demokratîk bixin û wê tune bikin. Şîraz Hemo qala armanca hêzên hegomanîk ji dîlgirtina Rêber Apo kir û wiha berdewamî da gotinên xwe: "Dema ku serokê şoreşek bê girtin ew şoreş bi bin dikeve û tu serhildan çênabe, dewletên navneteweyî jî xwestin bi riya Rêber Apo vê şoreşê winda û qir bikin, li ser vê bingehê komplo bi pêş ket. Rêber Apo felsefeya xwe kir felsefeya gel ji ber vê yekê dijberî xwestekên wan çêbû û civak xwedî li şoreşa xwe derket û nehişt ku dîlgirtina Rêber Apo şoreşê bi bin bixe. Bi taybetî li Rojavayî Kurdistanê ev yek derket holê û civakê xwe bi rêxistin kir. Li ser felsefeya Rêber Apo û azadiya jinan êdî şoreşa jinan di şoreşa Rojava de xwe bi pêş xist û bû mînak ji jinên Ereb, Tirkmen, Çerkez re û bandora xwe li her deverê belav kir. Ji ber vê yekê dixwazin der barê jinên Kurd de çewisandinekê bidin meşandin. Hêzên hegomanîk dixwazin ciwanan jî weke jin hedef bigrin lê felsefeya projeya Neteweya Demokratîk berfirehtir bû vê jî hişt hêzên ciwanan bêhtir derkevin û xwedî li vê projeyê derkevin."

"Jinên pêşeng ji bo wan hêzan xeterê ava dike"

Şîraz Hemo wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li kêlek hemû krîzên ku li Rojhilata Navîn tên qewimandin du xet li beramberî hev şer dikin hene. Xeta berxwedanî gihîşt lûtkeyê û xeta îsrarbûna dewletên navneteweyî li hemberî xeta demokrasî û azadiya jinan de ew jî di lûtkeya xwe de ye û her du li hemberî hev şer kirine. Ji ber xetek berxwedanî li beramberî hêzê hegomanîk heye, heya niha tu aramî li herêmê nehatiye bidestxistin, nearamiya li Sûriye, Iraq, Îran, Tirkiyeyê de jî li ber çavan e û li seranserî herêmên Rojhilata Navîn de aramî nayê dîtin. Li hemberî îsrara wan hêzan diviyabû em têkoşînê bidin meşandin ji bo ku xeta berxwedanê bi ser bikeve. Encama felsefeya Neteweya Demokratîk me li ser erdê girtiye û em pêk tînin jî. Destkeftiyên ku şoreşa Rojava bi dest xistiye destkeftiyên hemû civaka Rojhilata Navîn e. Çareserî bê azadiya jinan nayê bidestxistin û civak nikare bi azadiya xwe bijî. Bi hedefgirtina jinan jî dixwazin derbeyê li projeya Neteweya Demokratîk bixin. Sîstemên heyî tu carî nahêlin jin bibin pêşengên gel û wan bi rêxistin bikin. Ji xeynî projeya ku Rêber Apo pêşkêş kiriye wê tu çareserî ji civaka Rojhilata Navîn re neyê dîtin. Divê jin û ciwan jî nekevin bi bandora sîstemên heyî û ji bo azadiya Rêber Apo tev bigerin."