“Tu hêz nikare jinan ji doza azadiyê vegerîne”

Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo zêdebûna êrîş û hedefgirtina jinan nirxand û got: “Jin bi hezaran salan ji bo nasname, azadî û hebûna xwe di nav têkoşînê de ne ji bo wê êrîşa herî zêde li ser jinan tê kirin.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Dewleta Tirk a dagirker ji dîrokê ve bi hedefgirtina jinan tê nasîn lê ev qirkirinên jinan tenê bi dewleta tirk nayê girêdan ji ber planeke birêxistinkirî ji aliyê dewletên desthilatdar ve tê amadekirin. Di cîhanê de zîhniyeta baviksalar serdest e, dixwazin wê hişmendiyê li ser piyan bihêlin ji bo wê herî zêde jinên zanyar, pêşeng û xwedî fikir dibin hedefa dijminan. Armancgirtina jinan ji bo lewazkirina tevgerên ku li dijî planên wan ên emperyalîst û sermayedar, têdikoşin e. Her wiha ev hedefgirtin jî di pêvajoyek de tên kirin ku jin gihîştiye asteke bilind ji azadî û mafê xwe yê jiyanê. Kuştina jina Rojhilatî Jîna Emînî, hedefgirtina jina pêşeng li Rojavayê Kurdistanê Zeyneb Saroxan, her wiha herî dawî  hedefgirtina jina zanistvan Nagîhan Akarsel hemû encama tirsa dijmin ji hêz û îradeya jinan zana û têkoşêr e. Têkildarî mijarê Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo zêdebûna êrîş û hedefgirtina jinan di van demên dawiyê de nirxand.

“Di şexsê jinên Kurd de dixwazin wî rihê azad tune bikin”

Evîn Paşo behsa hedefgirtina li dijî vîn û azadiya jinan kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Wekî tê zanîn bi hezaran salan e cîhan li gorî sîstema baviksalar tê birêvebirin, sîstema ku li dijî ferast, zîhniyet û hebûna jinan e. Di vê sîstemê de jî newekhevî, talan û qirkirin her dem li ser jinan didan pêkanîn. Dema hêzek, an jî rêxistin û şoreşek li dijî van rêgezên serweran bihata çêkirin, ew rastî êrîşeke tund dihat. Jin bi hezaran salan ji bo nasname, azadî û hebûna xwe di nav têkoşînê de ne ji bo wê êrîşa herî zêde li ser jinan dihat kirin. Bi hedefgirtina jinan bi taybetî dixwestin ew hêz, kombûn û îradeya di cewherê wê de heye tune bikin. Dixwazin bi van kiryarên qirêj destdirêjiya li ser jinan rewa bikin. Weke gelê Kurd em jî xwedî dîrokeke dewlemend in îro jî mîrasê wê ye ku jinên kurd bûne pêşeng û mînak ji jinên tevahî cîhanê re. Ji bo wê jî di şexsê jinên Kurd de dixwazin wî rihê azadiyê bikujin. “

“Yekbûna hêza me dê rê li ber van kiryarên hovane bigre

Evîn Paşo da zanîn ku êrîşeke sîstematîk li ser nirxên şoreşa jinan tê meşandin û wiha pêde çû: “Di salên dawî de bi rengekî eşkere pêşeng û nirxên şoreşa me tên hedefgirtin. Sîstemên ku hebûna jinan qeûl nakin êrîşeke sîstematîk li ser jinên Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Encamên wê jî li ber çavan bûn hem di herêmên dagirkirî de jin rastî tecawiz, qetlkirin, tacîz û revandinê dihatin. Li aliyê din jî şerên ku îro li seranserî herêmên me tên meşandin bi taybetî jin û zarokan hedef digre. Îro rêveber û pêşengên şoreşa jinan tên hedefgirtin ev kiryarên dijmirovî ne û ne rewa ne. Di şexsê hevala me Zeyneb Saroxan de xwestin jinên pêşeng hedef bigrin, di şexsê Nagîhan Akarsel de xwestin jinên zane tune bikin her wiha di şexsê Jîna de xwestin bedewiya jin û azadiyê wê bikujin û bi hezaran mînakên weke van jinan di qadên siyaset, parastin û civakê de hatine hedefgirtin. Her çiqas rêxistina jinan şaxên xwe fireh dike û gihandineke cîhanî ji jinan re çêdike dijmin di hundirê xwe de bi kîn dibe. Ji bo wê em dibêjin yekbûna hêza me weke jin wê rê li ber van kiryarên hovane bigre.”

“Tu kes nikare vîna jinan bişkîne”

Evîn Paşo wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li beramberî van êrîşan pêwîstî bi berxwedan û xweparastinê heye, ji ber kiryarên der heqê jinan de pratîkek sîstematîk a dewletên cîhanê ye. Banga me ji bo tevahî jinan ew e ku destên xwe bidin hev û li dijî van êrîşan xwedî sekin û biryar bin. Tu kes nikare vîna jinan bişkîne û wan ji doza azadiyê vegerîne.”