“Têkoşîn û israra ji bo azadiyê zêdetir dibe”

Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîda Botî der barê hedefgirtina jinên pêşeng de axifî û da zanîn ku bi her êriş û berdela tê dayîn asta berxwedanî û têkoşînê bilindtir dibe û israra ji bo azadiyê zêdetir dibe.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî, li Rojava Zeyneb Saroxan, li bakûrê Kurdistanê rojane jin tên hedefgirtin û dîlgirtin û li Başûrê Kurdistanê endama desteya weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve hat qetilkirin. Li hemberî riya tarîbûna zîhnî ya faşîzmê li çar aliyên Kurdistanê nerazîbûn û bertekên neqebûlkirinê zêde dibin.

Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Welîda Botî axivî. Welîda Botî destnîşan kir ku hedefgirtina jinan û jinên pêşeng ên têkoşîna azadiyê berdewamiya komployê ye.

“Azadiya jinan bingeha avakirina civakek azad û demokratîk e”

Welîda Botî diyar kir ku hedefgirtina çalakvanên jin û pêşengên şoreşê zêdetir dibe, ji ber ku azadiya jinan bingeha azadiya civakan e û wiha anî ziman: “Dijminê îradeya azad êrîşên li ser jinan zêdetir dike, em bi tundî van êrîşa şermezar dikin. Armanca van êrîşan qetilkirin û şikestina îradeya jinan e, di şexsê jinan de dixwazin îradeya civakê bixin. Ji ber ku jin temsîla hemû civakê dikin. Ger em bixwazin asta civakek bizanibin emê  li asta zanista jinan a wê civakê mêze bikin. Jinên çalkavan, siyasetmedar û pêşeng dixwazin civaka xwe ji zilm û tarîtiya desthiltdariyê xilas bikin lewma banga azadiyê dikin û ji bo azadiya civaka xwe di nava têkoşîneke mezin de ne. Lewma tên hedefgirtin ji ber ku ev yek ne li gorî berjewendiyên hêzên desthilatdar û hişmendiya wan a tarî ye. Her çiqas êrîş pêk were dê îradeya jinên azad têk neçe, her çiqas şehadet hebin jî dê asta berxwedanî û têkoşînê bilindtir bibe û israra ji bo azadiyê zêdetir bibe.”

“Li hemberî zîhniyeta tarî ya mêr jin li tevahî cihanê bûne yek”

 Welîda Botî teqez kir ku li tevahî cihanê jinan li hemberî desthilatdariyê yekitiya xwe ava kirine û wiha axaftina xwe domand: “Di vê dema ku dirûşma jin jiyan azadî bûye cîhanî ev îsbata yekitiya jinan li hemberî desthilatdariyê û zîhniyeta paşverû ya ku dixwaze jinan bixe nava tarîtiyê, diyar dike. Rêxistinên mirovî yên ku qaşo banga mafên mirovan dikin, hêzên koalîsyonê ji ber li hemberî bûyerên qetilkirina jinan bêdeng mane ew jî şirîkên van kiryaran in. Dewleta tirk bi gelek rêbazan pêşengên me hedef dike, asîman ji balfirên wî re vekirî mane ev dide diyarkirin ku hêzên koalîsyonê ji qirkirina çand, hebûn û dîrokî re dibêjin erê û destek didin kiryarên dewleta tirk. Em hedefgirtina endama jineolojî hefegirtina zanista jinan û girtina rê li ber pêşxistina zanista jinan e ku di riya wê de civak zane dibe. Avakirina yekitiyê li hemberî zîhniyeta tarî ya serdest gaveke pîroz û serkeftî ye ku mirov fam dike êdî tu hêz nikare yekitiya me têk bibe û dê serkeftin misoger bibe.”

“Komploya 1998’an bi hedefgirtina jinan berdewam dike”    

Welîda Botî destnîşan kir ku komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pêk hat, îro bi hedefgirtina jinan berdewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tiştek tesaduf tune ye. Em ber bi salvegera komploya 1998’an ve diçin, bi nêzîkbûna vê komployê jin li tevahî cihanê tên hedefgirtin. Îro komployek li dijî hişmendiya jinên azad û îradeya wan tê meşandin. Gelên herêmê êdî planên dewleta tirk a dagirker û hikumeta Başûrê Kurdistanê di serî de malbata Barzanî baş dizanin ku ew dixwazin komployên xwe yên qirêj ên ku ji 1998’an ve dema Rêber Ocalan dîl girtine, dest pê kirine li dijî herêmê pêk bînin. Niha jî ew jinên ku zilm û zordestî nepejirandine û yên xwedî îradeya azad hedef digirin.”