Bi hatina biharê re jinên Amedî berê xwe dan nava Bexçeyên Hevselê
Bi germbûna hewayê re kesên ku ewil xwezaya zindîbûyî pêşwazî kirin jin bûn. Jinên ku berê xwe dan nava bax û bexçeyan, weke her sal îsal jî dest bi karê berhevkirina pincar û giyayan kirin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Bi hatina mehên biharê re jinan berê xwe dan nava bax û bexçeyan. Piştî ku hewa germ bû jinên dest bi komkirina giyayên ji bo derman û pincarên tên xwarin kirin, bi giyayên berhev dikin, debara aborî jî qezenc dikin.
Jinan bi hatina biharê re berê xwe dan nava bax û baxçeyan
Beyaz Sokmen hemû mehên biharê bi keçên xwe re ji bo komkirina pincaran diçe Bexçeyên Hevselê. Beyaz Sokmen, anî ziman ku piştî barana dawî, bi jinan re çûne nava baxçeyan û bi tûrikên di destên xwe de dest bi komkirina pincaran kirine. Beyaz Sokmen diyar dike ku ew her sal di vê demê de dest bi vî karî dikin û da zanîn ku di van deman de bexçe gelek berhemdar dibin û wiha got: “Em bi kêra di destê xwe tûrikê xwe berê xwe didin nava baxçeyan û pincarên em dibînin kom dikin. Em bi gelemperî di saetên sibehê de diçin û heya em tûrikên xwe tijî dikin dixebitin. Li vir hezar û yek cure pincar hene. Em jî çi bibînin wan kom dikin.”
"Em pincarên zêde yên ku me berhev kirine difiroşin"
Beyaz Sokmen diyar kir ku pincar an jî giyayên berhev dikin hem ji xwe re vediqetîne, hem jî dibe bazarê û difiroşe, bi karê ku dike re qezenca aborî jî bi dest dixe. Beyaz Sokmen, anî ziman ku ji ber bi salan e bi vî karî re mijûl dibe hemû pincaran yek bi yek nas dike û navê wan dizane, wiha dibêje: “Ez bi gelemperî wek hobî giya kom dikim. Em kom dikin, tînin malê, dişûn û dipijînin. Lê dema ku zêde bin ji bo xwarina me, em dibin difiroşin. Li wir gelek jin hene ku vî karî dikin. Bi tûrikan pincar an jî hêşînahiyê kom dikin û difiroşin. Jin diwestin lê heqê keda xwe digrin. Ger nefiroşin jî bi xwe li malê dixwin.”
Piştî berhevkirina pincarê diçin nava zeviyê
Beyaz Sokmen, da zanîn ku karê ji dayika xwe fêr bûye, fêrî keçên xwe dike û diyar kir ku destdayîna axê û naskirina wê, kêfxweşiyek dide wê. Beyaz Sokmen destnîşan kir ku karê ew dikin mêr nikarin bikin û got ku piştî komkirina pincarê xilas dibe, ji bo tevrik û çandiniyê diçin nava zeviyê.