Banga ji bo çareserkirina tundiya li ser jinan a ku ji ber krîza avhewayê girantir bûye
Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîşêl Başîlît diyar kir ku divê bi lezgînî li ser mijara tundiya li dijî jin û keçan a ku ji ber krîza avhewayê girantir dibe, were sekinandin.
Navenda Nûçeyan - Ên ku herî zêde ji ber guherîna avhewayê di bin xetereya tundiyê de ne jinên koçber in. Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîşêl Başîlît diyar kir ku divê bi lezgînî li ser mijara tundiya li dijî jin û keçan a ku ji ber krîza avhewayê girantir dibe, were sekinandin.
"Divê bê zanîn ku guherîna avhewayê û tundiya li ser jinê bi hev ve girêdayî ne"
Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Mîşêl Başîlît di nîqaşa salane de ya li ser mafên mirovan di civîna 50'mîn a Konseya Mafên Mirovan a ku 27'ê Hezîranê li dar ket, got ku jin bi encamên herî dijwar û tund ên guherîna avhewayê re rû bi rû ne û wiha axivî: " Xetereyên ku jin û keç li çaraliyê cîhanê rû bi rû ne, ji ber bêewlehiya civakî û aborî û newekheviyên ku ji ber bandorên avhewayê li ser çandinî û jiyanê ne. Jinên parêzvanên mafên mirovan ên jîngehê di xebatên xwe yên parastina ax, av, xweza û civakan de bi xetereyên mezin re rû bi rû dimînin. Divê bê zanîn ku guherîna avhewayê û tundiya li ser jinê bi hev ve girêdayî ne. Di mijarên avhewayê de bi awayekî wekhev, tam û bi bandor pêwîstî bi beşdarbûn û pêşengiya jinan heye. Pêdivî ye ku dewlet gavên bilez bavêjin ji bo rêzgirtin, parastin û pêkanîna erkên xwe yên mafên mirovan li hember jinan, bi taybetî jinên parêzvanên mafên mirovan ên jîngehê."