“Aysel Dogan ji bo me bû rêber û mamoste”
TJK-E, FEDA, Kongreya Avakirinê ya Dersimê û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk Aysel Dogan bi bîr anîn û gotin: “Em keça Dersimê ya rûken û serhilder ji bîr nakin û em ê wek jin jî şopdarê wê bin.”
Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Kongreya Avakirinê ya Dersimê û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk, derbarê Endama Koma Aştiyê Aysel Dogan a li Almanyayê ji ber nexweşîna pençeşêrê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyên nivîskî weşandin.
Di daxuyaniya TJK-E’ê de wiha hat gotin:
"Divê hûn hemû bibin agir, divê hûn hemû evîndar bin. Em nikarin gerîla, gel û Kurdistanê biterikînin. Divê her kes çi ji destê xwe tê bike. Ji bo min jî bikin. Heke hûn qebûl dikin, bila ev gotin ji bo hevala Aysel be û bêjin vê gavê jî bila ji bo wê be. Ev gotinên dawî yên rêhevala me Aysel in ji bo me. Dema em xatirê xwe ji şoreşgerek jin, pêşengek mîna wê dixwazin, ne mimkûn e em êşa dilê xwe bînin ziman.
“Ew wek jinek şoreşger ji helwesta hevalên xwe hêz digirt”
Aysel Dogan; Ew binavkirina wateya herî binirx e ku dikare ji peyva serhildêr re were veqetandin. Di damarên wê de li hember dagirkerî, îxanetkarî xwîna serhildêriya 69 sal û berxwedan pak, hişmendiya pak, hêrsa pak dihewand… Yek ji pêşengên yekemîn ên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Dêrsimê bû. Ew bi dilsoziya xwe pêşengekî mînak e ku ji heyecana roja ewil ti car wenda nekiribû, bi helwesta xwe ya prensîb derdora xwe re dibû mînak. Hevrêya Sakîne Cansîz (Sara) ye. Sara dema ku li hundir pêşengiya berxwedanê dikir, ew wek jinek şoreşger ji helwesta hevalên xwe hêz digirt û têkoşîn tax bi tax bi rêxistin dikir. Bi her agahiyek ku ji Sara distand, li ser navê wê du qatan dixebitî.
“Ew rêberek bû”
Aysel Dogan ji bo me bû rêber û mamoste. Her tim ji me re digot, ger em dixwazin jiyanekê biafirînin, divê em hêza wê biafirînin. Ji bo vê yekê, mirov çawa kesayetiyê kêlî bi kêlî ava bike jî dike… Em vê jina leheng a ku ji helwest û rastiya xwe tawîz nade û dizane li ser şopa pîrozên Dêrsimê bimeşe, jina pêşeng a şoreşger Aysel Dogan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin; Em ji malbata wê, gelê Kurd, gelê Dêrsimê û jinan re sersaxiyê dixwazin.
Çawa ku ew ji bo Sarayan, tevahî hevalên xwe yên ber bi rêwîtiya dawî ve hatin şandin du qat têdikoşiya û berxwedan ji bo xwe kiribû felsefeya jiyanê, em ê wek jin jî şopdarê wê bin.
FEDA: Di rêwîtiya doza me ya heqîqetê de yek ji kesên herî bi rûmet bû
Federasyona Elewiyan a Demokratîk jî bi daxuyaniyekê Aysel Dogan bi bîranî û got: "Şopdara lêgerîna azadî û heqîqetê ya Zaîfeyan, Sakîneyan cana me Aysel Dogan ku bi têkoşîna xwe ya berxwedêr meşa xwe ya heqîqetê daîmî kir, koça dawî kir. Êşa me giran e, xema me nayê vegotin... Di serî de malbata wê serê tevahiya gelê me sax be. Aysel bû deng û dilê keçên winda yê Dersimê, di veguherandina vî dengî li peyvan de de her tim bûye navê hersa li hemberî ne heqiyê. Di rêwîtiya pîroz a doza me ya azadî û heqîqetê de yek ji kesên herî bi rûmet bû. Her çiqas bi fizîkî edî ne li gel me be jî em ê li warê xemilî yê Hardê Dewrîş xwedî li bîranînên wê derkevin. Em keça Dersimê ya rûken û serhilder ji bîr nakin."
Kongreya Avakirinê ya Dersimê: Aysel Dogan ti carî tawîz neda
Di daxuyaniya Kongreya Avakirinê ya Dersimê de ev tişt hate gotin: "Hevrêya me, jineke wezîfeyê bû ku di têkoşîna azadî, wekhevî, aştî û edaletê ya gelê Kurd û civaka Elewî de berdêl da. Em gelekî li ber koça dawî ya hevala xwe ya têkoşînê, mezina xwe Aysel Dogan ketin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Aysel Dogan, şert û mec, cih û war çi dibe bila bibe ti carî ji sekna xwe, ji têkoşîna xwe tawîz neda û hate gotin, "Jiyana wê ya li sirgûnê yan jî li zindanê derbas bû. Lê belê li her devera ku lê bû ji welatê xwe, ji gelê xwe û ji nirxên civakî ti carî tawîz neda. Aysel Dogan bû yek ji nûnerên herî hêja yê nasnameya jinê û jiyaneke xurt li pey şopdarên xwe hişt.” Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji gelê Kurd û bindestan re hate xwestin.
YJAD: Kêliyên nayên ji bîrkirin li pey xwe hişt
Di daxuyaniya Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk de jî hat diyarkirin ku Aysel Dogan tu carî ji têkoşîna li dijî faşîzmê gav paşde neavêt û ev tişt hate gotin: "Jiyana xwe bi berxwedanê, li zindanan bi têkoşînê derbas kir. Rêxistinkara baweriya Rêya Heqiyê bû. Têkoşîna xwe ya ku pê bawer bû, bi hêvî û coşeke mezin, heta nefesa dawî meşand. Şopdara Dayika Zarîfe bû ku digot 'Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e'.
Hevala keçên bi rûmet û serhildêr ên Dersimê bû, yên ku xwe ji teht û zinaran berdan nava çemê Mûnzûrê yê pîroz. Di têkoşîna Kurdistanê, têkoşîna jinê, têkoşîna Qizilbaşê û têkoşîna Dersimbûyînê de nirxên rasteqîn afirand, kêliyên nayên ji bîrkirin li pey xwe hişt, bû hevrê ji hemû hevalên xwe re. Weke qedirbilind a jinbûyînê, ya Kurdbûyînê, ya Qizilbaşbûyînê cihê xwe li nava rûpelên dîrokê girt. Em şopdarên wê jî sozê didin ku bi têkoşîna xwe xwedî li bîranînên wê derkevin.
Hevala Aysel; tu yek ji wan bû ku nehate jibîrkirin û nayê jibîrkirin.
Ma to xo vîra nîkenîmê!
Em te bîr nakin!
Em ê te jibîr nekin!
Oxur bo tore, şo welate xo, şo Harde dewrêşî û mekanê jiyar û dîyara, şo axa mayo û pîye xo.
Duzgun bava Ana fatma û Haskar û Zijayara Jelê, heval Sakîna to kenê Meyman, cuanika hardê Dersim ê bimbarek û birindari."