‘Şîdeta zayendî stratejiya şerê taybet e’

Parêzvana mafên mirovan Samîra Nasrî bi gotinên “Şîdeta zayendî tenê sûcekî şexsî nîn e, perçeyek ji stratejiya şerê taybet e û armanc tunekirina civakê ye” diyar kir ku divê di warê mafên jinan de çanda şiyariyê çêbibe.

ÎXLAS HAMRÛNÎ

Tûnis – Di demên şer de li dijî jinan şîdet, tacîz, tecawiz û komkujî zêde dibin, êşên ku jin di dema şer de dikşînin, bandorên xirab li ser civakê dihêlin. Parêzvana mafên mirovan Samîra Nasrî, diyar kir ku şîdeta zayendî ya di demên şer de çêdibin, di qada navneteweyî de binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mirovî ye.

Semîra Nesrî got: "Tundiya zayendî ya girêdayî nakokiyan binpêkirineke xeter e ji bo zagonên mirovî yên navnetewî. Ev tundî dema di êrişeke berfireh de li dijî welatiyan pêk tê dijwartir dibe. Jin li herêmên şer weke çeka şeran tên bikaranîn. Tundiya li dijî jinan ne tenê kiryareke ferdî ye lê belê beşek ji stratejiya şer e ku armanc dike civakê birûxîne. Ev rewş dihêle jin du caran bedel bidin. Yekem ji ber jin e û duyem ji ber sembola wê di nav civakê de."

Samîra Nasrî li ser bandorên şîdeta zayendî ya li ser civakan jî wiha got: “Jinên ku her dem rastî şîdetê tên, pirgirêkên derûnî bi wan re çêdibin. Jin di vê rewşê de nikarin malbateke baş ava bikin û civakê bi pêş bixin. Ev yek jî dibe sedem ku ‘civakek felcbûyî’ çêbibe û civak bi awayê asayî û bi îstîqrar nikaribe bijî. Li ser civakê di warê pêşxistin û edaleta civakî de bandorên demdirêj dihêle.”

'Jin rastî her cure şîdetê tên'

Samîra Nasrî got: "Ev teşeyê tundiyê bandoreke neyînî li jina Sûdanî jî dike ji ber ne tenê bandora fizîkî heye lê belê vê astê derbas dike û digihîje asta derûnî û civakî ya kûr ku mafên wê binpê dike û jinan bi zehmetiyan re rûbirû dihêle. Dîrok dê derfetê nede jinên Sûdanî û nehêle ku dîroka xwe binivîsîne bi taybetî di demên şer de ji ber kûrahiya azarên wan ji bandorên derûnî û civakî kûr nahêlin jin civakê ava bikin."

‘Jin li Filistîn û Sûriyeyê gelek pirsgirêkan dijîn’

Semîra Nesrî rewşa li Filistîn û Sûriyeyê jî nirxand û teqez kir ku jin li van herdu welatan di bi gelek pirsgirêkên tundiyê re rûbirû dimînin. Samîra Nasrî wiha got: "Tundiya li dijî jinan pêk tê di çarçoveya koçberiya bi darê zorê û her wiha tundiya zayendî ye. Jinên Filistînî neçar dimînin rojane di mercên jiyana dijwar a rojane de şer bikin lê tevî wê jî li hemberî hemû rewşan disekinin lê belê ne mîna jinên Sûdanî ne ku li hemberî tundiya zayendî di hundirê sînorê welatê xwe de dimînin."

Der barê rewşa Sûriyeyê û xeteriyên ku jin pê re rû bi rû ne de Semîra Nesrî wiha got: "Rewşa li Sûriyeyê cuda ye ji ber jinên Sûriyeyê jî li hemberî koçberiya bi darê zorê ji welatê xwe hatine û di encamê de bûne koçberên bê welat. Ev rewş jinên Sûriyeyê li hemberî hemû cureyên tundiyê dihêle di nav de tundiya zayendî jî."

Semîra Nesrî teqez kir ku li hersê welatên Sûdan Filistîn û Sûriyeyê êş yek e ji ber jin li hersê welatan bi hemû cureyên tundiyê re rûbirû dimînin.

‘Pêwîst e rêxistin û komeleyên mafên mirovan sûcên li herêmên şer teşhîr bikin’

Çalakvan Semîra Nesrî teqezî li ser girîngiya pêkanîna zagona 1325 ya Neteweyên Yekbûyî û çêbûna hişyariya di warê mafên jinan de li herêmên bi nakok kir û wiha berdewam kir: "Erka rêxistin û komeleyên hiqûqî yên cîhanî ew e ku rastiyên jin li herêmên bi nakok dijîn teşhîr bikin û li ser torên medyaya dîjîtal belav bikin ji bo parastina jinan ji destdirêjiya zayendî bikin."