Li Misirê ji ber hebûna hinek bendan tundiya li dijî jinan bê ceza dimîne
Pispor diyar dikin dikin ku bendên 17 û 60 ên di zagona ceza de di hinek rewşan de dibin sedema sivikbûna ceza û meşrûkirina tundiyê. Li ser hebûna van bendan careke mijara pêkhatina edaletê ji bo jinan, ket rojevê û bû sedema nîqaşan.
Misir – Li Misirê bi zêdebûna bûyerên tundiya li dijî jinan re; careke din hebûna bendên 17 û 60 ên di zagona ceza de bûn sedema nîqaşan.
Têkildarî mijarê ji aliyê Weqfa Pirsgirêkên Jinan a Misirê ve panelek hat lidarxistin. Akademîsyen, hiqûqnas û siyasetmadarên ku axivîn, bi bîr xistin ku bendên 17 û 60 di hinek rewşan de ceza kêm dikin û dibin sedema tundiyê.
Beşdarên panelê diyar kirin ku nîqaşên li ser bendên 17 û 60 tenê mijarên têkildarî hiqûqê nîn in, ji bo edaletê bûne pirsgirêk. Her wiha bal hat kişandin ku hinek cezayên sivik ên bi biryarên dadgehan hatine dayîn, xwedî peyamên bi xeter in û tundiyê teşwîq dikin.
Zêdebûna bûyerên tundiyê
Di pêvajoyeke ku êrîş û bûyerên kuştina jin û zarokan zêde dibin de, bi hinek biryarên dadgehê ceza tên kêmkirin. Ev yek di raya giştî de bû sedema nîqaşan. Vê yekê bi xwe re bangên ji bo sererastkirina zagonên têkildarî tundiya li ser jinan mezintir kir.

Di bendên bi nîqaş de çê tê gotin?
Benda 17’emîn a Zagona Ceza ta Misirê, raye dide dadger, ceza daxîne, benda 60’î jî di hinek rewşan de bi hinceta “niyeta baş” û “terbiyekirinê” dibe sedem ku tundiya di nava malbatê de meşrû bibe.

‘Divê çanda civakî jî biguhere’
Parlamenter Maha Abdulnasir a di panelê de axivî, got ku divê têkoşîna bi tundiya li dijî jinan re tenê bi zagonan bi sînor nemîne, çanda civakî jî biguhere. Her wiha diyar kir ku ji bo pêşnûmeya zagona ku ji bo têkoşîna bi tundiya li dijî jinan re hatibû amadekirin, pêşkêşî meclîsê were kirin xebat didomin.
Bawerî bi edaletê namîne
Pisporan diyar kir ku sivikbûna cezayan baweriya ji edaletê ya kesên ku zirarê dîtine qels dike, rêjeya giliyan kêm dike. Her wiha hat diyarkirin ku gelek caran bûyerên tundiya nava malbatê weke “meseleyên nava malbatê” tên dîtin, dibe sedem ku sûc bi awayê pêwîst neyên nirxandin.
Daxwazên guhertina zagonê
Penelîstan pêşniyar kirin ku ji bo bendên 17 û 60 ji nû ve werin sererastkirin divê ji bo dozên şîdeta nava malbatê dadgeh werin avakirin desteka psîkolojîk ji kesên zirardîtî re were dayîn û gotin ku reformeke rastîn tenê bi guherînên zagonî û guherîna civakî pêkan e.
Banga hevpar: Divê mekanîzmayên parastinê baştir bin
Di dawiya panelê de bang hat kirin ku di têkoşîna bi tundiya li dijî jinan re divê zagonên bi bandortir werin derxistin, pêşî li bikaranîna xirab a bendên heyî were girtin û ji bo jin bigihîjin edaletê pergaleke berfireh were avakirin.