Biryara neşopandinê der barê 4 rojnamevanan de hat dayîn
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di lêpirsîna der barê 4 rojnamevanan de biryara “neşopandinê” da.
Navenda Nûçeyan - Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di 19’ê Berçileya sala 2024’an de, di encama êrîşa balefireke bêmirov ya girêdayî dewleta Tirkiyeyê de hatin kuştin. Komeleya Rojnamevanên Dicle Firatê (DFG), ku li dijî kuştinan nerazîbûn nîşan dida. Ji aliyê polîsan ve destûr nehat dayîn ku di 20’ê Çileyê de civîneke çapemeniyê bê lidarxisitin.
‘Biryara neşopandinê’
Di lêpirsîna der barê 4 rojnamevanan de ku ji ber qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatibû destpêkirin, biryara neşopandinê hat dayîn. Di daxuyaniya ku di 20'ê Berçileya 2024'an de li ber Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) hat dayîn de.
Der barê Hevserokê DFG'ê Selman Çîçek û rojnamevan Heval Onkol, Dîlan Kartal û Hêvîdar Onverê de bi îdiaya “lidarxistina civîn û meşa li dijî qanûnê” lêpirsîn hat vekirin. Di lêpirsînê de bi hinceta delîlên “pêbawer û teqez” tune ne biryara “neşopandinê” hat dayîn.