Der barê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîneke nû

Der barê rojnameger Oznur Deger de bi hinceta parvekirina nûçeyan "propagandaya rêxistinê" kiriye lêpirsîneke nû hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Midûra ajansa JINNEWS'ê Oznûr Deger lêpirsînek nû hat vekirin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve bi hinceta “propagandaya rêxistinê” dike hat destpêkirin.
‘Hincet bêrayetî ye’ 

Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin bi hinceta “bêrayetiyê” şandin Serdozgeriya Komarê ya Wanê. Di vê çarçoveyê de rojnameger Oznûr Deger bi parêzerê xwe re li TEM'ê îfade da. 
‘Parvekirinên min ne sûc in’

Oznûr Deger di îfadeya xwe de destnîşan kir ku parvekirin di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de hatiye kirin û got: “Ez 6 sal in li gelek bajarên Tirkiyeyê rojnamegeriyê dikim. Parvekirinên min nûçeyên ku hatine parvekirin in. Parvekirinên min ne bi armanca propagandayê, bi armanca ragihandina nûçeyan e. Parvekirinên min ne sûc in.”