Şêwira Jinên Kurd a Rojava bi beşdariya 50 rêxistinên jinan despêkir

Bi armanca yekrêziya jinan li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk bi pêşengtiya Kongreya Star komcivîna bi navê “şêwira Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê “ bi beşdariya 50 jinên rêxistin û partiyên siyasî despêkir.

Qamişlo-Dewleta tirk a dagirker di siyaseta xwe ya qirkirina Gelê Kurd de dewam dike. Ev demeke bi armanca dagirkeriyeke nû bi kiryarên hovana êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriye dike. Rojane Gelê Kurd û herêmê bi hemû pêkhatiyên xwe li dijî vê siyaseta qirkirinê helwestên xwe nîşandidin. Têkildarî nirxandina armancên dagirkeriya dewleta tirk, xeteriyên wê, her wiha helwest û yekrêziya jinên kurd li dijî vê dagirkeriyê Kongreya Star Komcivînekê bi navê “şêwira Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê” lidar dixe. Di şêwirê de 50 delegên jin ji hemû rêxistin û partiyên siyasî beşdar bûne.  Her wiha tevger û rêxistinên jinan ên derve jî bi riya programa zoomê dê beşdarî şêwirê bibin.

Di şêwirê de wê du beşên esasî bêne nîqaşkirin beşa yekem wê li ser pêşketin û guhertinên siyasî di Kurdistanê de û nêrîna jinan ji bo vê mijarê bê nîqaşkirin. Beşa duyemîn jî wê li ser helwesta jinan li dijî dagirkeriyê be. Di dawiyê de jî wê encamnameya şêwirê bê eşkerekirin.