Şervanên YPJ’ê li National Geographicê ne

Kanala Belgeselê National Geographic, kêliyên ku wênekêş Erin Trieb wêneyên şervanên YPJ'ê yên li Rojava kişandin, li ser rûpela xwe ya Instagramê parve kir.

Navenda Nûçeyan- Kanala belgesel a National Geographic ku ji aliyê milyonan kesan ve tê şopandin, cih da wêneyên endamên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê ya li Rojavayê Kurdistanê ji jinên cîhanê re bûye îlham.

Wêneyên ku wênekêş Erin Trieb li Rojava kişand, li ser hesabê medyaya dîjîtal înstagramê ya National Geographic hatin parvekirin. Ji parvekirinan re eleqeyek mezin hat nîşandan. Di binê wêneyên ku şervanên jin ên di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane jî cih digrin de, vê peyamê parve kir:

‘Min gelek jinên têkoşer li cîhanê nas kirin lê tu yek ji wan weke şervanên YPJ’ê dînamîk nebûn’

“Min di pêvajoyên xwe yên ger û erkên xwe de, li çar aliyên cîhanê jinên mukemel nas kir. Yek ji van ji wan jî ji şervanên Yekîneyên Parastina Jinên Sûriyeyê YPJ’ê dînamîktir nebû. Dema ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de êrîşî deverên berfireh ên Iraq û Sûriyeyê kir û desteser kir, 7 hezar şervanên jinên dilxwaz tevli PKK’ê û YPJ’ê ku komeke milîtanî ya çekdar a tevgera berxwedêr a berferehtir a Kurd e bi pêş ketibûn. Ji bo jineke Kurd a Sûriyeyê tevgerek ne asayî û di civaka wan de cihê nîqaşê ye. Lê belê, gelek Sûriyeyî wan weke xeta yekem û herî dijwar a parastina li dijî DAIŞ'ê dibînin. Di nava Kurdan de tê bawerkirin ku ger endamên DAIŞ’ê ji aliyê jinekê ve bên kuştin dê neçin bihuştê û tê gotin ku ev yek tirseke mezin di nava DAIŞ’iyan de ava dike. Tiştekî pir xemgin e ku jinên di van wêneyan de di şerê 10 salên dawî de jiyana xwe ji dest dane. Ez van jinan û mîrateya ku li pey xwe hiştine difikirim.”