Êrîşên Hûsiyan ên li Taizê bê navber berdewam dikin: 69 mirî û birîndar
Li gorî daneyên fermî yên Buroya Tenduristiyê, di nîvê ewil ê Tebaxê de li herêmên cûda yên Taizê 16 sivîl hatine kuştin û 53 kes jî birîndar bûne, ku herêma herî zêde bandor bûye El-Muxa ye.
Navenda Nûçeyan – Binpêkirinên li dijî niştecihên Taizê di navbera êrîşên Hûsiyan ên ku deverên cûrbecûr hedef digirin de zêde dibin û dibin sedema mirina sivîl û zirarên madî. Ev yek bandorê li ser jiyana rojane û xizmetên bingehîn dike.
69 sivîl mirin û birîndar bûn
Daneyên fermî yên herî dawî ku ji hêla Buroya Tenduristiyê ya Giştî û Nifûsê ya Taizê ve roja di 14’ê Tebaxê de hatine weşandin, nîşan da ku di encama êrîşên Hûsiyan li deverên cûda de di navbera 1-14’ê Tebaxê de 69 sivîl hatine kuştin an jî birîndar bûne.
Li gorî daneyên fermî, li nexweşxaneyên cûda yên bajar, navendên tenduristiyê û nexweşxaneyên qadê bi temamî 16 mirî û 53 birîndar hene. Dane nîşan didin ku hejmara herî zêde ya miriyan li herêma El-Muxa ye, 52 birîndar û 13 mirî anîne nexweşxaneyan.
Li herêma Meqbana, du mirî û birîndarek anîne nexweşxaneya meydanî ya li Feqîqeyê. Li herêma Sebr El-Mewadim, li gorî daneyên belgekirî, ji ber mayînekê mirinek hatiye tomarkirin û ti birîndarên din nehatine ragihandin.
Ev bîlanço di êrîşên berdewam ên Hûsiyan li ser deverên cûda yên bajarê Taizê derket holê, di encamê de rê li ber mirina sivîl û ziyana madî vekiriye.