Wezareta Tendirustiyê ji bo Taizê hişyarî kir

Xizmetên tibî yên jiyan, rizgarkirin û dermankirinê, li bajarê Taizê bi xetera girtina tevahî re rûbirû ne. Ji ber ku derman, pêdiviyên tibî û sotemenî ji ber dorpêça berdewam a Hûsiyan hema bibêje li ber xilasbûnê ne.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Giştî û Niştecihbûnê duh êvarê der barê rewşa bajarê Taizê ku ji aliyê Hûsiyan ve di bin dorpêçê de ye û astengkirina gihîştina pêdiviyên bingehîn de hişyarî kir. Wezaretê destnîşan kir ku hema bibêje xilasbûna derman, çareserî, pêdiviyên tibî û sotemeniyê rawestandina xizmetên tendirustiyê gefê li jiyana mirovan dixwe.

Domandina dorpêçê jiyana mirovan dixe xeterê

Berdewamiya dorpêçê gefê li ser xizmetên lezgîn, emeliyat, lênêrîna giran, diyalîzê û lênêrîna pitikên nûbûyî dixwe û jiyana nexweşan, birîndaran, jinên ducanî û pitikên nûbûyî rasterast dixe xeterê. Li gorî wezaretê, kêmbûna sotemeniyê dikare bibe sedema girtina jeneratorên elektrîkê, astengkirina ambûlansan û gefê li dabînkirina derman û vakslêdanan bixwe.

Hûsî berpirsyar in

Wezareta Tenduristiyê Hûsiyan bi tevahî berpirsyarê dorpêçkirina berdewam û astengkirina gihîştina pêdiviyan û encamên wê dît, daxwaza rakirina dorpêçê, vekirina riyên pêdiviyan û misogerkirina derbasbûna bi awayê ewle ya nexweşan, ambulans, tîmên tenduristiyê û alîkariyên mirovî kir.

Banga rawestandina dorpêçê

Wezaretê bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî kir ku bi awayekî lezgîn tedbîran bigrin da ku derman, oksîjen û sotemeniyê dabîn bikin û bigihîjînin navendên tenduristiyê yên li Taîzê. Wezaretê destnîşan kir ku parastina nexweşan û navendên tenduristiyê erka mirovî ye, nayê paşxistin û her derengketin dê metirsiya rawestandina xizmetan zêde bike û bibe sedema mirina mirovan.